JIN NEWS cara 7’an hate astengkirin!

Ajansa JIN NEWS’ê di nava hefteyekê de cara 7’an hate astengkirin.

Malpera JIN NEWS’ê ku 25’ê Îlona 2017’an bi dirûşma ‘bi qelema jinê li pey heqîqetê’ dest bi weşanê kirî ji hêla BTK’ê (Teknolojiya Zanînê û Saziya Ragihandinê) ve dîsa hate astengkirin.

Di nava  hefteyekê de ev bû cara 7’an tê astenkirin.

JIN NEWS’ê ragihand ku heta li ser malpera xwe ya nû weşanê bike bi aktîvkirina eyarên VPN mirov malperê bişopîne.