Jin li Wanê ketin greva birçîbûnê

Aktîvîstên TJA'yê û Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re li Wanê ketin greva birçîbûnê.

Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî polîtîkaya tecrîdê 33 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştgiriya ji bo Guven roj bi roj zêde dive. Aktîvîstên TJA'yê û Dayikên Aştiyê li Wanê dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kirin. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Ayla Tarhan, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredara Artemêtanê ya DBP'yî Rojbîn Çetîn, rêveberên TUHAY-DER'ê û nûnerên KCD'ê li ser sedema destpêkirina greva birçîbûnê daxuyaniyek da çapemeniyê.

'HETA KU DAXWAZÊN GUVEN BÊN QEBÛLKIRIN...'

Ji aktîvîstên TJA'yê Caziye Dûman daxuyanî da û got, "Ji bo aştî û demokrasiyê em bi Birêz Leyla Guven re ne û daxwazên wê daxwazên me ne. Têkoşîna Birêz Guven a li dijî tundiyê, di dil û mejiyê me de ye. Ji bo destekê bidin berxwedana Birêz Guven em dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan dikin. Em berxwedana Birêz Guven ji vir silav dikin. Heta ku daxwazên wê bên qebûlkirin, çalakiyên me wê bidomin."