Jin li dijî tundiya dewletê û nêran li qadan bûn

Jin li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê li dijî tundiya dewletê û nêran li qadan bûn.

Jin li gelek bajarên Kurdistanê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Dijî Tundiya li ser Jinê derketin qadan.

Di çalakiyan de peyama geşkirina berxwedanê hate dayin.

STENBOL

Şûbeya Aksarayê ya Sendîkaya Kedkarên Tendiristiyê (SES) li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê daxuyanî da. Jinan pankarta bi nivîsa, ''Em dev ji ma û jiyan, têkoşîna wekhevî û azadiyê naqerin'' vekirin û gotin,''Jin bi hev re xurt in'', ''Bijî têkoşîna me ya jinan.''

ENQERE

Komîsyona Jinan a Komeyala  Mafê Mirovan (ÎHD) jî ji bo rojê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em betalkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin, em serê xwe li ber wan natewînin ku dest li ser destkeftiyên me datînin.''

EDENE

Komîsyona Mafê Jinan a Şûbeya ÎHD'ê li avahiya komelya xwe daxuyanî da. Li daxuyaniyê gelek jin hazir bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di navbeyna Çileya 2021'an û 25'ê Mijdara 2021'an de li Edene 8 jin hatine kuştin, mêran tehde li 438 jinî kiriye, heqeret li 2 hezar û 750 jinî bûye, êrîşa zayendî çûye ser 38 jinan û tecawiz li 5 jinan bûye.

HATAY

Li Hetayê jî Platforma Jinan a Skenderûnê ji bo 25'ê Mijdarê li 'Bît Bazari' daxuyanî da. Jinan li ber muzîkê govend gerandin, bi dirûşmeyan gotin ,''Jin jiyan azadî'' .
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em jin bi rihê têkoşînê ya 25'ê Mijdarê em  careke dî radigihînin ku serê xwe li ber tundî, kedxwarî, serweriya mêran natewînin.''

ŞIRNEX

Li Şirnexê li navçeya Silopya jî bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li Kuçeya Hunerê daxuyanî hate dayin. Li daxuyaniyê gelek kes hazir bûn.
Wekîla Şirnexê ya HDP'ê Nûran Imîr diyar kir AKP-MHP dixwain hişmendiya zilamserwer ava bikin û peymana berxwedanê da.

RIHA

Platroma Jinan a Rihayê li Meydana Topçû ya navçeya Haliliyê daxuyanî dan.
Wekîla HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surcu diyar kir ên ku komkujiya jinan dikin ji desthilatê hêzê destînin. 
Her wiha Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Heta ku dawî li komkujî û tundiya li ser jinan were têkoşîna me wê bidome.''

SEMSÛR
Platforma Jinan a Semsûrê jî li Parka Demokrasiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin,''Em dev ji têkoşîna wekhevî û azadiyê naqerin. Em ê raperîna xwe geş bikin.''

ÊLIH

Tevgera Jina Aad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Êlihê meşek kir. 
Dema meşê pankarta bi nivîsa, ''Li dijî şer, tundî û hejariyê dema azadiya jinê ye'' hate vekirin. Gelek jin tevlî meşê bûn.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî bi pêşengiya TJA  û Partiya Demokratîk a Gelan meşek hate kirin.

Jin çûne Xirbêmirîşka gundê Deniz Poyraz ya li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê, ku Deniz li Rêxistina Navçeya Izmîrê ya HDP'ê hatibû qetilkirin. 

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başran û wekîla Mêrdînê Pero Dundar jî hazir bûn.