Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Jin li Başûr li dijî destdirêjiya li jinê û dagirkeriyê meşiyan

Jinan li bajarê Silêmanî bi meşeke girseyî destdirêjiya li ser jinê û dîsa êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê bi teybet li Başûr protesto kirin.

Bi pêşengtiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê di saetên êvarî de jinên li Başûrê Kurdistan li Kolana Seholekey a bajarê Silêmaniyê kom bûn û li dijî êrîşên destdirêjiya ya li ser jinan û dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê meşeke girseyî ya protestoyî lidar xistin.

Di çalakiyê de bi nivîsên ‘Parstina li ax û welat parastina dayikê ye’ û ‘Dest dirêjiya li jinê dest dirêjiya li ser axê ye’ û dirûşmên ‘Li dijî dagirkeriyê berxwedan’, ‘Bijî berxwedana Heftanînê’, ‘Artêşa Tirk ji xaka Başûr derkeve’, ‘Bimre Xiyanet’ û ‘Jin jiyan azadî’ hatin qîrkirin.

Li ber Baxê Giştî meş rawestiya û li ser navê saziya jinan Wijdan Nûredîn Necmedîn daxuyaniyek da. Necmedîn di destpêkê de bal kişand ser dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û got: “Dewleta Tirkiye di bin navê herêma ewle de dixwaze baregeh û hembûna xwe ya li Herêma Kurdistanê bi cih bike. Li gel vê gav bi gav wê xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike.”

Necmedîn diyar kir ku dewleta Tirk bi şerê taybet êrîşî çanda gelê Kurd dike û bi rêya belgefilim û fîlm rêbaza helandin û spandina çanda xwe dikin. Necmedîn anî ziman ku bi vê rêbazê çand û civaka Kurd didin guherandin, heman demê dibe sedemê kuştina jinan zêde bibe.

Herî dawî Necmedîn destnîşan kir ku êrîşên tên kirin li ser destkeftiyên hemû gelê Kurd e. Necmedîn bang li hemû aliyan kir ku demek berî demekê bibin yek û li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê rabin.