Bexdayê ji bo petrola Kerkûkê bi BP'ê re li hev kir

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Abdulganî diyar kir ku ji bo şîrketa petrolê ya Îngiliz BP li Kerkûkê çar qadên petrolê berfireh bike, ew nêzî peymaneke dawî ne.

Wezîr Abdulganî piştî ku peyman êvara Sêşemê li Londonê hate îmzekirin, daxuyaniyek da û got, ew plan dikin hilberîna rojane ya ji qada petrolê ya li Kerkûkê ji 350 hezar warîlî bigihînin 450-500 hezar warîlî.

Di daxuyaniya ji ofîsa Serokwezîr Mûhammed Şîa El Sûdanî de hate ragihandin ku tê payin peyman meha Sibatê bê îmzekirin û BP ji bo rehabîlîtekirina çar qadên petrolê û berfirehkirina wê bê wezîfedarkirin.

Abdulganî anî ziman ku armanca projeyê ne tenê petrol e, her wiha hilberîna gazê ye û got, "Em êdî nikarin qaçaxçitiya gazê qebûl bikin. Em ê vê gazê ji nû ve qezenç bikin û bi kar bînin."

Yek ji karên sereke yên hikumeta Iraqê jî kêmkirina gaza hatiye şewitandin e ku hawirdorê gemarî dike.

Hikumetê meha Kanûnê soz da ku heta dawiya sala 2025'an di rêjeya ji sedî 80'î de û heta sala 2027'an jî bi temamî bikaranîna vê gazê bi dawî bike. Her wiha dixwaze mecbûriyeta xwe ya li gaza ji Îranê jî kêm bike.

Projeya petrol ya BP'ê bi qasî ku gaz û petrol dihewîne, projeyên enerjiya tavê (taxa şemsiyê) jî dihewîne. Iraq rojê 4 mîlyon warîl petrolê hildiberîne. Ji ber vê jî hilberînêrê duyemîn hilberînerê herî mezin ê petrolê yê OPEC'ê ye.