Jin ji bo Çîlem Dogan li qadan bûn: Em qebûl nakin!

Platforma Jinê ya 25’ê Mijdarê ya Stenbolê erêkirina biryara 15 sal cezaya girtîgehê ya dadgehê ku ji bo Çîlem Dogan dabû li Kadikoyê şermezar kir: “Em qebûl nakin, jiyana xwe diparêzin!”

Nerazîbûnên li hemberî erêkirina biryara 15 sal girtîgehê ya ji Çîlem Dogan a ku mafê xweparastinê li hemberî zilamê ku pêre zewicîbû û li hemberî wê şîdeteke sîstematîk bikar dianî û ew neçarî fuhûşê dikir bikar anîbû didomin.

Platforma Jinê ya 25’ê Mijdarê ya Stenbolê li ber Operaya Sûreyya ya Kadikoyê hatin ba hev û ji bo piştewaniya bi Çîlem Dogan re çalakiyek lidarxist.

Platformê pankarta “Em li rex Çîlem in, ne edaleta zilam wê edaleta rastiyê serbikeve” hat vekirin û dovîzên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî têkoşîna jinan” hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de bi domdarî dirûşmeyên “Ne edaleta zilam edaleta rastiyê”, “Zilam lêdixe dewlet diparêze” û “Em bêdeng nabin, natirsin, îtaet nakin” hatin berzkirin.

Piştre li ser navê jinan Ruya Kûrtûlûş daxuyaniya amadekiribûn xwend.