Jin ên ciwan kongreya xwe pêk tînin

Jin ên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst wê di 25'ê Çileyê de bi dirûşma "Nexape, azadî bi têkoşînê dibe" li bajarê Darmstadtê kongreyekê li dar bixin.

Kongreya jin ên ciwan wê di 25'ê Çileya 2020'an de bi dirûşma "Nexape, azadî bi têkoşînê dibe" bê lidarxistin.

Komîteya amadekar li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku bi tevger û pêngaveke nû ew dixwazin li her devera Ewropayê rêxistiniya jin ên ciwan li dijî asîmîlasyon, baviksalarî û têkçûna hawirdorê xurt bikin.

Bi dehan jin ên ciwan xwe amade dikin ku bi pêşengiya jin ên ciwan ên Kurd li bajarê Darmstadtê li hev kom bibin û li ser perspektîf, taktîk û projeyên nû biaxivin.