Jin di Rewşa Awarte de jî bêdeng neman

Fatma Kiliçaslan a Endama Meclîsa Jinan a HDK’ê diyar kir ku jin di rewşa awarte de jî bêdeng neman û dev ji mafên xwe bernedan.

Fatma Kiliçaslan a Endama Meclîsa Jinan a HDK’ê diyar kir ku di dema AKP’ê de sûcên li ser jinan, gef, sîxurkirin, êşkenceya zayendî ya di dema nezaretê de zêdetir bûye û çi were kirin jî wê jin dev ji mafên xwe bernedin.

Di meha Îlonê de polîsan xwestibû Kiliçaslan bi darê zorê li wesayîtê siwar bikin û wê birevînin. Polîsan gefên ‘belaya xwe ji dewletê veke’, ‘Em ê Enqereyê li te teng bikin’ li Kiliçaslan xwaribû û ligel ku Kiliçaslan giliyê sûc kiribû jî lêpirsîn nehatibû destpêkirin.

Kiliçaslan ji ANF’ê re axivî û got “Ji roja ku AKP hatiye ser desthilatdariyê êrişî destkeftiyên jinan dike û di meha meha Tîrmehê de Peymana Stenbolê hate betalkirin. Bi şevekê re li hemberî jinan biryara şer hate dayîn. Dema ku me ji bo pêkanîna wê têkoşîneke mezin dikir, peyman hate betalkirin. Desthilatdarî jinan ji bo xwe wekî xetereyekê dibîne. Her roj jinek tê kuştin. Di vê mehê de herî kêm 22 jin hatine kuştin. Li Stenbolê jinek bi şûrê samûray hate kuştin. Sedema van tiştan jî polîtîkayeke cezadayînê tune. Li Êlihê jî dema Mûsa Orhan tecawizî Îpek Er kiribû, Orhan gotibû ‘Min berê jî kiribû, ez ê niha jî bikim, tiştek bi min nayê’. Bi polîtîkayên cezanedayînê xelatê didin mêran. Hikumet bi xwe peyamê dide û dibêje ‘Dengê xwe nekin, kîjan jin dengê xwe bilind bike, wê were kuştin û ceza li kujer nayê birîn.’ Li Îzmîrê dema ku kujer li avahiya HDP’ê hevala me Denîz Poyraz kuşt, me dît ku polîs bi tevdîrên cîddî dixwest kujer biparêze. Me ev tişt di gelek qetlîamên li ser jinan de dît.”

Kiliçaslan diyar kir ku wê di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan û got “Tevî platformên jinan em ê dakevin qadan. Em bawer in wê têkoşîna me geş bibe û dengê me jî xurt derkeve. Di dema Rewşa Awarte de jî jin daketin kolanan û dema ku civak bêdeng bû jî jinan mafên xwe dixwestin. Her cara ku em dadikevin kolanan, şîddet li me tê kirin. Di nav têkoşîna jinan de, dema ku têkoşîn tê dayîn berdêleke mezin tê dayîn.”

Kiliçaslan diyar kir ku tecrubeya şoreşa Rojava îlhamê dide jinan û got “Em hêz û meşrûbûna xwe ji hev û ji tevgera jinan a dinyayê werdigirin.”

Kiliçaslan bal kişand ser gotina siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak a ku digot ‘Kariyera herî mezin a jinan wê têkbirina desthilatdariya we be’ û got “Jinên ku li hemberî dewletê stûyê xwe xwar nekirine îro di girtîgehan de dîl hatine stendin. Lê di şertên xerab ên girtîgehan de jî jin li ber xwe didin. Em ê ji bo wan jî dakevin qadan û dengê wan jî bidin bihîstin.”