Jin dê li ser ‘aşti’yê bi axivin
Jin dê li ser ‘aşti’yê bi axivin
Jin dê li ser ‘aşti’yê bi axivin
Di konferansa ku ji aliyê Jibo Aştiyê Hewildana Jinan ve tê organîzekirin dê di derbarê avakirina komîsyonên “Heqîqetên jinê yên di şer de”, “Şahid”, “Daxwaz” û “Zayenda Civakî” de biyar bê girtin. Dê encamên ku ji komîsyonan hatine girtin, bi rêya navbeynkaran wê ragehînin pêvajoya siyasî.
Jibo Aştiyê Hewildana Jinan ku di çar salên dawî de li gelek bajaran ji bo aştiyê li hemberî şer dengê xwe bilind kirin, bislogana “Di pêvajoya aştî û muzakereyê de em jin jî hene” konferansekê pêktînin.
Konferans dê 4’ê Gulanê roja Şemiyê li Salona Konferansa Rektortiya Zanîngeha Bogazîçiyê pêk bê.
Konferansa ku jin bi armanca “Ji bo li Tirkiyeyê aştî mayînde bibe û birastî jî bibe wesîleya avakirina civakekî demokratîk û wekheviya zayendî” pêktînin, balkişandin ku ev ne encameke ev nû destpêkirineke.
Di dawiya konferansê de dê encamnameyekî ku daxwaz û mekanîzmayên tevlî pêvajoyê bibin bête weşandin.
DÊ KOMÎSYON BÊNE AVAKIRIN
Çav lê ye ku di konferansê de jin ji bo tevlî pêvajoya muzakereyan bibin, biryar bigire ku komîsyonên “Heqîqetên jinê di şer de”, “Yên Şahid”, “Daxwaz”, “Makezagon û Zagon”, “Koçberî”, “Zayenda Civakî”, “Zimanê Zikmakî”, “Ekolojî”, “Reforma Ewlehî û Ewlekariyê”, “Rojnamevantiya Aştiyê û sînema aştiyê” ava bike.
Her komîsyonek dê nîqaşên girêdayî qada xwe “Yê ku zayendparêziyê derbaz dike, daxwazên rakirina newekheviya zayendiyê û ji bo jinên ku 30 salin raste raste ji şer bandor bûne daxwazên lezgîn yên jêneger” bên birêve birin.
DÊ HEYET BÊNE AVAKIRIN
Daxwaz û agahiyên di komîsyona de bêne afirandin bi şeklê “koma çavdêr, rasterast û berhev re û ya têkiliyan” ragihînin pêvajoya siyasî.