Jin dê ji bo 4’ê Nîsanê nobet bigirin

Jin dê ji bo 4’ê Nîsanê nobet bigirin

Hevparên Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) der barê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 4'ê Nîsanê de bê pîrozkirin, li Kooperatîfa Jinan a Rezanê daxûyanî da çapemeniyê.

Li ser navê jinan Navenda Pirsgirêkên Jinan a Lêkolîn û Pêkanîna ya Amedê (DÎKASUM) Eylem Guldîken, daxûyaniyê xwend. Guldîken anî ziman ku bi sedsalan e li ser kurdan polîtîkayên tunekirin û înkarkirinê tên meşandin û wiha axivî: "Ji ber wê jî nasname û û statûya gelê kurd tucar nehatiye naskirin. Lê ev ya dê bi têkoşîna jinan dê xwe dubare neke."

Guldîken da zanîn ku di Newroza Amedê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku serhildana 35 salan veguherandiye pêvajoya aştiye û wiha got: "Newroz ji bo gelê kurd û hemû gelan bûye roja aştî û muzakereyan. Di Newroza Amedê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan li hemberî kesên ku di nava erdnîgarî, gel û netewan de cudakariyê dikin derketiye. Hemû kes û derdorên cuda tevli banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan bûne û xwedî lê derketine."

Guldîken anî ziman ku li hemberî newekheviya li ser jinê hatî ferzkrin, bê azadî, perçekirin û hemû nêzîkatiyên serdest, dê her dayîm jin têbikoşe û wiha got: "Jinên kurd li pêşberî milyonan mirova cih girt, danî holê ku hêza pêşeng a azadî, aştî û wekheviyê ye. Ev ya jî bi rengekê xurt danî holê. Em ê bi gelê xwe re di navbera 1- 4 nîsanê de bi daxwaza ji bo di vê pêvajoya çareseriyê de aştî bê nava gelên Tirkiyeyê li qadan bin. Em ê di 1'ê nîsanê de di saet 10:00'an de li Parka Koşuyolê û di 2'yê nîsanê de jî di saet 09:00'an de nobeta azadiyê bigirin."