Jin Bihevre Bihêzin: Ji Rojava heta Xezeyê gel li ber xwe dide

Jin Bihevre Bihêzin êrîşên Îsraîlê yên li ser Fîlîstînê bi meşekê protesto kirin û durûtiya AKP-MHP'ê ya "Ji şerê li Filistînê re na lê li Rojava û Qerebaxê erê" şermezar kirin.

Jin Bihevre Bihêzin, bi armanca şermezarkirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Fîlîstînê, li ber avahiya Serkonsolosxaneya Îsraîlê ya li Taxa Levent a navçeya Beşîktaşa Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê jin li Metrocityê hatin cem hev û demeke dirêj ber bi ber Serkonsolosxaneya Îsraîlê ve meşiyan.

Jinên ku pankarta "Ji çem heta behrê jinên azad, em bi gelê Filistînê re li ber xwe didin" vekirin, gelek caran dirûşmên "Gelê Rojava ne bi tenê ye", “Jin Jiyan Azadî”, "Jinên Filistînî ne bi tenê ne", "Hevgirtina jinan wê sînoran derbas bike", “Jinên li hemberî komkujiyan li ber xwe didin re hezar silav" û "Ji Rojava heta Xezzeyê gel li ber xwe dide” berz kirin.

Li ser navê jinan Selîn Top daxuyanî xwend. Selîn Top diyar kir ku Îsraîl ev 12 roj in êrîşî Xezeyê dike û bi hezaran kes qetil dikin. Selîn Top got ku duh bi şev artêşa Îsraîlê li Nexweşxaneya El-Ehlî ya Ereban xist û herî kêm 471 kesan jiyana xwe ji dest dan.

‘JI BO KUŞTINÊ TEZKEREYA ŞER DERBAS KIRIN’

Selîn Top anî ziman ku Filistînîyên ku li nexweşxaneyan bi bombeyan jiyana xwe ji dest dane jî hene û wiha got: "Em ji Rojava baştir dizanin ku dewlet nexweşxane û dibistanan bombe dikin û ji şermezarkirinê dûrî vê yekê li çepikan didin." Top di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hin dewlet dema dikujin jî mexdûr dibin, Filistînî û Kurdên ku li nexweşxaneyan bi bomberanê mirine, dema bimirin jî sûcdar in! Bi ser de jî, yên ku dibêjin em bi gel re li dijî dagirkeriyê radiwestin, tenê duh li parlamentoya vî welatî pêşnûme qanûna şerê dervayî sînor derbas kir, da ku gelên din jî bên bombebarankirin, kuştin û dagirkirin. "Em nikarin vê durûtiya ku li Filistînê ji şer re na, li Rojava û Qerebaxê re dibêje erê."

'EM LI CEM JINÊN FILÎSTÎNÎ NE

SelînTop anî ziman ku dewlet ji Rojava heta Qerebax û Filistînê guh nadin jiyana jinan, di heman demê de bedena jinan ji bo polîtîkayên xwe yên şer bi kar tînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro nîvê zêdetirê kesên li Xezeyê tên qetilkirin zarok û jin in. Em wek jin li vir in ku em li cem gelê Filistînê û jinên Filistînî ne.”