‘Jin bi rêxistinkirinê dikare xwedî li keda xwe derkeve’

‘Jin bi rêxistinkirinê dikare xwedî li keda xwe derkeve’

Di 5'emîn Kongreya Yekîtiya Star de, pirsgirêkên jinê hatin nirxandin de û hate destnîşankirin ku, zilam bi pêkanînên xwe pêkutiyên derûnî li ser jinê didin meşandin, keda wê dikin malê xwe. Di nirxandinan de hate diyarkirin ku, jin ancax bi rêxistin û perwerdekirinê dikare vê pirsgirêkê çareser bike û xwedî li keda xwe derkeve.

5'mîn Kongreya Yekîtiya Star di roja duwemîn de bi nîqaşên rêxistinî û  zehmetiyên ku jin di nava civakê de pê re rû bi rû dimînin dom dike. Di nirxandinan de hate destnîşankirin ger ku, jin xwedî zanebûnek siyasî, îdeolojîk û felsefî nebe, nikare xwedî li keda ku dide jî derkeve. Di axaftinan de hate diyarkirin ku, zilamê fêlbaz jî ji vê yekê sud werdigire û keda jinê dike malê xwe û xwe li ser keda jinê dide jiyandin.

Di nirxandinan de bal hat kişandin ku, di warê rêxistinî, zanabûna rêxistinkirina siyasî, îdeolojîk û felsefî de gelek kêmasî û lawazî hene, lewre jin çiqas xebat dike jî asta tê xwestin nabîne û nagihîjê. 

Di kongreyê de li ser zehmetiyên ku jinên di nava xebatên Yekîtiya Star de cih digirin jî hate rawestîn û bal hat kişandin ku, jinên di nava xebatan de di nava malê de jî rastî astengiyan tên, zilam jî hewl dide ku di nava civakê de di warê derûnî de bê baweriyek bi jinê re ava bibe. Hate diyarkirin ku, dema jin bi vê yekê re rû bi rû dibe êdî baweriya wê dişikê û baweriyê bi hêza xwe naîne û nikare kar bike. Hate destnîşankirin ku, zilam vê yekê bi zanebûn dike û keda jinê, kar û xebata wê dike malê xwe.

‘JIN BI RÊXISTINKIRINÊ DIKARE XWEDÎ LI KEDA XWE DERKEVE’

Hate nirxandin ku, civak û jiyan li ser milê jinê dimeşe, xebatên hemû sazî û dezgehan ji aliyê jinê ve tê meşandin, lê di fermiyetê de ked, kar û xebata jinê dibe malê zilam û hate gotin ku ev yek jî girêdayî feraseta 5 hezar salane. Di axaftinan de hate diyarkirin ku, çareseriya vê pirsgirêkê bi rêxistin û perwerdekirina jinê pêkan e û hate gotin ku, jina rêxistinkirî misogeriya civak û netewa demokratîk e.

Di kongreyê de hate aşkera kirin ku, ji bo ku zarokên kurd jî aqûbeta bav û kalên xwe jiyan nekin, pêwîste ku jin rola xwe ya esasî bilîze û nehêle zarokên wan heman aqûbetê jiyan bikin.

Rewşa jinên ku bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê re koçî Ewropayê kirine û ji aliyê zilam ve ev rewşa wan tê îstîsmarkirin jî bû mijara nîqaşan û bal hat kişandin ku jinên koçber di warê aborî, siyasî, civakî û exlaqî de têne bikaranîn.

Kongre  bi nîqaşên li ser rêziknameya Yekîtiya Star dom dike.