Ji şehîdên Xantûrê: Goran Goyî

Gerîla bi qasî jiyaneke bi rûmet, bi parastina xaka xwe re mîrateya rûmeta xwegihandina şehadetê li pey xwe dihêle. Yek ji wan cangoriyan jî Goran Goyî ye.

Jiyana gerîla navê rêwîtiyekê ye, di her gavê de mirov tiştekî nû keşif dike. Cîhan gerîla mîna sûlava hezkirinê ye, timî diherike nava dilan. Şerê gerîla weke derya lehengiyê ye, timî destanan li rûpelên dîrokê dineqişîne. Her gerîla ji bo welatê xwe û gelê xwe bi her awayî lehengî û fedakariyê dike, têdikoşe. Kedê dide, xwê dide, xwînê dirijîne. Di her şerî de, li her meşê û di her zor û zehmetiyê de bi eşqê tevlî dibe. Hemû zor û zehmetiyên tên kişandin ji bo afirandina jiyaneke wekhev û azad e.

Yek ji lêgerînerên jiyana rast, gerîla Goran ê rûken û wêrek bû. Ji ber ku zordariya zaliman qebûl nekir hatibû warê jiyana bi wate û têkoşiya bû. Tevî ku temenê xwe ciwan bû, pê hesiya bû ku sîstemeke ne rast heye û dixwaze gelekî tuen bike. Ji ber vê yekê sala 2016'an hat warê têkoşînê û gava destpêkê ber bi azadiyê ve avêt.

Bi temenê xwe yê ciwan coş û kelecan dida derdora xwe. Zanîbû ku her tişt bi kedê tê afirandin û bedewî hemû bi kedê tên afirandin. Goran bi keda xwe xwe afirand, bû gerîlayekî ku jê dihate hezkirin û şervanekî wêrek.

Yek ji qadên bihuştê yên Kurdistanê, Heftanîn bû. Li vê cografya bêhempa bû gerîla û hêrsa xwe ya li dijî dijmin mezin kir. Bi vê yekê tevlî her çalakiyê dibû û di her çalakiyê de çek radikir. Goran bi jiyan, têkoşîn û şerê xwe xwe afirand. Li Xantûrê destana lehengiyê nivîsand.

Artêşa Tirk dema ku şeva 16'ê Hezîranê dest bi êrişa dagirkeriyê ya li Heftanînê kir bi zêdeyî 50 balafiran bombe li Xantûrê barand. Tevî teknîka xwe jî nekarî îradeya gerîla têk bibe. Gerîla ku pê zane ev xak bê berdêl nabe, pêwîstî bi fedakariyê heye, şer kir. Bi qasî jiyana bi rûmet, bi parastina xaka xwe ya bi rûmetî gihîştin asta şehadetê. Li gle êrişên topyekûn ên dijmin, ber bi bidawîtiya lehengiyê ve çûn, ku yek ji wan jî Goran Goyî bû.