Ji Kongreya Yekîtiya Starê biryarên girîng

Ji Kongreya Yekîtiya Starê biryarên girîng

5’emîn kongreya Yekîtiya Star, piştî nirxandinên berfireh, bi hilbijartina koodînasyonê bi dawî bû. Di kongreyê de derbarê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, birêxistinkirina jinan, avakirina akademiyan, parastina jin û zarokan de jî gelek biryarên girîng hatin girtin.

Kongreya 5’emîn a Yekîtiya Star ku duh li Navenda Çand û Huberê ya Bajaroka Rimêlan bi beşdariya 350 delegeyên ji hemû bajrên Rojavayê Kurdistanê, Ewropa û Libnanê, her wiha nûnerên gelek saziyên jinan destpê kiribû, bidawî bû. Piştî nirxandinên siyasî û rêxistinî, li ser van mijaran biryarên girîng hatin girtin;

1- Biryarên derbarê Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de:

- Wê rêxistinên jinê çalakiyan lidar bixe

- Ji bo tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê çalakî bên berfirehkirin

- Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin

- Raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di nava gelan û jinên Rojhilata Navîn de bêne belavkirin.

- Wê pirtûkxaneyek ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê vekirin

- Wê piştgiriya pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin, bê kirin

2- Biryarên derbarê rêxistinkirinê de

- Li hemû herêman mayindekirina sîstema komîn û komîteyên demokrat

- Bi slogana “divê tu jin li derveyî rêxistinkirinê nemînin” wê xebatên rêxistinkirinê bêne meşandin

- Di warê raman û rêxistinê re pêşxistina parastina cewherî

3- Biryarên derbarê mijara çandê de

a- Akademiyên ramanê yên Star

- Di asta pisporiyê de pêşxistina perwerdeyan

- Zanista jinê wê bi awayekî akademîk bê lêkolînkirin

- Konferansa akademiyan wê bê lidarxistin

b- Çapemenî

- Li hemû herêman wê navendên navendên çapemeniya jinê bêne vekirin

- Konferansa çapemeniya jinê wê bê lidarxistin

c- Çand û huner

- Li hemû herêman wê komîteyên hunerî yên jinê bêne avakirin

- Dê konferans çand û hunerê ya jinê bê lidarxistin

4- Biryarên derbarê çalakiyan û civakê de

a-Ji bo zarokan 

- Avakirina saziyên parastina zarokan û zarokên astengdar

- Avakirina parkên zarokan

- Bi riya saziyên mirovî de wê li dijî tundiya li ser zarokan bê derketin

- Dê li dijî xebitandina zarokan têkoşîn bê dayîn

b- Tenduristî

- Ji bo tenduristiya jin û zarokan di nava meclîsa tenduristiyê de avakirina komîteyan

c- Şehîd û malbatên wan

- Di nava saziyênmalbatên şehîdan de wê jin bêne birêxistinkirin

- Wê arşîva şehîdên jin bê çêkirin

- Wê alîkariya malbatên şehîdan bê kirin

5- Biryarên derbarê Dayikên Aştiyê de

- Ji bo bicîhanîna biryarên konferansa dayîkên aştiyê wê xebat bê meşandin

6- Biryarên derbarê komîteyên jinê yên di Saziya Zimanê Kurdî de

- Li herêmên ku komîteyên jin nehatine avakirin wê mamosteyên jin bêne birêxistinkirin

- Yekîtiya Star ji bo pêşxistina zimanê dayîkî de wê rola xwe ya pêşeng bilîze

7- Biryarên derbarê çalakiyên siyasî û demokratîk de

- Di nava şaredariyan de wê jin bêne birêxistinkirin

- Ji bo çalakiyên parastina xwezayê wê jin bêne birêxistinkirin

8-Biryarên derbarê mafan de

- Ji bo parastina mafên jinên li Suriyê wê forumek bê birêxistinkirin

-Wê pêşnumaya destura bingehîn bê amadekirin

9- Biryarên derbarê kar û aboriyê de

-Pêşxistina projeyên aboriya jinê

-Avakirina kargehên jinê

10- Biryarên derbarê çalakiyên dîplomasiyê de

- Ji bo jin li Rojhilata Navîn bê naskirin wê komîteyek dîplomasiyê bê avakirin

- Bi jinên netewên din re dê proje bêne pêşxistin

- Li Ewropa û Libnanê dê  komîteyek têkiliyan bê avakirin

- Li ser navê Yekîtiya Star dê navendek têkiliyan bê avakirin

11- Biryarên derbarê çalakiyên ciwanan de

-Di nava refên ciwanan de belavkirina ramana azad

- Li hemû qadan birêxistinkirina jinên ciwan

- Vekirina akademiyan jinên ciwan

12- Biryarên derbarê xweparastinê de

- Ji bo ku jinên ciwan tevlî yekîneyên parastinê bibin wê çalakiyên taybet bêne lidarxistin

- Ji bo ku jin di warê siyasî, qanûnî û civakî de bê parastin wê kar bê meşandin

- Ji bo xurtkirina YPJ’ê wê piştgiriya madî û manewî bê kirin

Piştî biryaran, ji bo kordînasyona Yekîtiya Star 31 kes hatin hilbijartin. Piştî hilbijartinan jî Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Dîcle Serêkaniyê axaftina girtina kongreyê kir û ji hemû jinan re serkeftin xwest.

Kongre bi sloganên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.