Ji KJB’ê banga tevlîbûna meşa Amara

Ji KJB’ê banga tevlîbûna meşa Amara

Tevgera Jinan  KJB’ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û bang li hemû jina kirin ku tevli meşa Amara bibin. KJB’ê 4’ê Nîsanê Rojbûna  Ocalan li hemû jinan, gelê kurd û Rojhilata Navîn pîroz kir.

KJB’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em 65’emîn rojbûna Rêber Apo ku vejînê wateyeke nû daye qezenc kiriye pîroz dikin.  4’ê Nîsanê di serî li hemû jinan, gelê rojhilata Navîn, gelê me û hemû mirovahiyê pîroz be! Bila li dayikên me yên dil şewat, ciwanên me yên xort û keç pîroz be!”

4’ê Nîsanê  ji nûv e vejîn e, vebûna deriyê azadiyê ya dil û mêjiyê jinê ye, li dijî hêzên dagirker û bi nelet vejîna nû ye.  Rastiya jina azad, serokatiya azad û nasnameya azade. 4’ê nîsanê li hemû jin û gelê kurd ku bihara azadiyê afirandin pîroz be!

Li dijî hêzên komploger  vejîna azadiya mezin bû,  hêza mirovahiyê ya bûye civakî û çalakiye.  Em pêvajoya Rêber Apo di 21’ê Adarê de daye dest pêkirin slav dikin. Ev pêvajo li dijî zihniyeta ku hatiye xitimandin, ya di şer de israr dike, û êşan bi gel dide kişandin, mudaxaleyeke.  Ev sekneke li dijî  helwesta ku dixwaze hemû gelên Rojhilata Navîn qir bike ye.  ligel hemû ferzkirina şer, biryara xwe ya azadî û aştiyê domandiye.

Em jî bi vê bawerî û hêviyê, wek hevalên Bêrîtan, Zîlan, Sema û Sarayan ji bo serkeftin û hemû fedekariyan amade ne.  Em di biryara ku dê xwe bibin astan pêşeniya pêvajoya siyaseta demokratîk, îdeolojîk û fikr. Bi vê hemleya di warê îdelolojîk, rêxistibûn, siyasî û civakî de em ji her demê bi hêztir in.  Bi zanebûna berpirsyariya giran û peywirê, û em dê di nava têkoşîneke mezin û berfireh de bin.

Rêbertiya me diyar kiribû ku ‘Jinê ji mêr qutkirin, tê wateya ku zinarekî ji ser tov şîn bikî”.  Em wek jinên kurd di wê baweriyê dene kum e zinarê li ser tov parçe kiriye.  Bi vê parçebûnê, me ev tov veguhert darekê. Êrîşa mêr ya ku her dem her roj li ser jinê bû, me rawestand. Me rastiya jina bi rêxistinkirî derxistiye holê.  Me li dijî xwedavendên mirî jina azad afirand.

Em bi baweriya ku nêzî rizgariyê ne, herîkîna hemû gelê xwe ya meşa Amara silav dikin.  Em bang li hemû kesên evîndarên aştî, demokrastî û azadiyê dikin ku tevli pêla meşa Amara bibin. Em careke din 4’ê Nîsanê li hemû jinan û gelê xwe pîroz dikin.