Ji jinên Sûriyeyê hemleya rêxistinkirin û danasînê
Ji jinên Sûriyeyê hemleya rêxistinkirin û danasînê
Ji jinên Sûriyeyê hemleya rêxistinkirin û danasînê
Înîsyatîfa Jinên Sûriyeyê ku di 28’ê Adarê de kongreya xwe ya damezirîner lidarxistibû, di çarçoveya xebatên birêxistinkirinê û danasîna înîsiyatîfê de, rêzecivînan lidar dixe. Înîsiyatîf dê bi vê armancê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) Koalîsyona Muxalefeta Sûriyeyê, welatên cîranên Sûriyeyê re nameyan bişîne.
Lijneya Rêvebir a Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê piştî kongreya damezirîner a di 28’ê Adarê de li Qamişlo bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê hate lidarxistin, dest bi xebatên rêxistinkirin û danasîna înîsiyatîfê kir. Rêveberî di vê çarçoveyê de li bajarê Qamişlo dest bi rêzecivînan kir. Civîna yekem li Medînet El-Şebab a Qamişlo bi Komîteya Dîplomasî ya Înîsiyatîfê re hate lidarxistin.
Di civînê de mijarên wek rêbazên têkiliyan ên ku dê bi rêxistinên din ên jinan re bêne çêkirin û danasîna Înîsyatîfê hatin nîqaşkirin. Di encama nîqaşan de jî ev biryar hatin girtin;
- Bi armanca danasîna înîsiyatîfê dê ji bo Koalîsyona Niştimanî ya Muxalefeta Sûriyeyê, Koalîsyona Hêzên Demokratîk a Sûriyê (Heyet El-Tensîq) û Neteweyên Yekbûyî (NY) bi zimanên Erebî û Îngilîzî name bên nivîsandin.
- Bi heman armancê dê ji bo rêxistinên derve û dewletên cîranên Sûriyeyê name bên nivîsandin.
- Dê bang li hemû rêxistin û koordînosyonên jinan bê kirin ku tevli Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê bibin.
Lijneya Rêveber a Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê piştî civîna yekemîn bi Komîteya Hiqûqî ya Înîsiyatîfê re jî civînek lidarxist. Hate diyarkirin ku dê biyarên civînê di rojên pêş de ji rayagiştî re bên parvekirin.
Rayedarên înîsiyatîfê gotin dê rêzecivînên wan bidomin.