Ji jinên Rojavayî bo Ocalan piştgirî
Ji jinên Rojavayî bo Ocalan piştgirî
Ji jinên Rojavayî bo Ocalan piştgirî
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a ku di Newroza Amedê de heta xwendin û li hemû cîhanê deng veda, li Rojavayê Kurdistanê jî piştgiriyek mezin girt. Jinên Rojavayî jî peyam Ocalan wekî pêngavek dîrokî bi nav kir û pişgirtiya xwe nîşan dan.
Li Rojavayê Kurdistanê ji bilî partiyên siyasî û neteweyên din, jinên kurd jî piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, anîn ziman. Jinên li bajarê Tirbesipiyê piştgiriya xwe anî ziman û xwestin ku hemû kes vê peyamê baş fêm bike.
Endama PYD’ê Zibêda Ehmed, diyar kir ku pêdiviya gelên herêmê ji nan û avê zêdetir bi aşitiyê heye û wiha dom kir: “Nameya Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêngaveke dîrokî ye. Peyama Ocalan rê li ber aştiya herêmê vedike, ji ber vê yekê pêwîste hemû kes peyama Ocalan fêm bikin.”
Endama Saziya Dayikêna Aştiyê ya Tirbesipiyê Meqbûla Mihemed jî ev tişt anî ziman:“Em wekî dayikan pişgirtiya peyama aştiyê ya Rêberê Apo dikin. Em di wê baweryê de ne ku azadiya herêmê wê bi xebatên hevbeş ên hemû pêkhateyên civakê û şopandina pêvajoya ku Rêber Apo ji mer daniye misoger bibe. Çareseriya pirsgirêkê bi riya hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan wê pêk werin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku ji bo aştî û demokrasiyê pişgirtiya Rêber Apo bikin.”