Ji jinên girtî name: Werin em çarxa cinayetên Îranê bidin rawestandin
18 jinên li Girtîgeha Evîn a Îranê tên ragirtin, xwestin cezayê darvekirinê yê ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye destpêkirin bê rawestandin.
18 jinên li Girtîgeha Evîn a Îranê tên ragirtin, xwestin cezayê darvekirinê yê ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye destpêkirin bê rawestandin.
Bertekên li dijî darvekirina çalakgerên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kiribûn, ji aliyê dewleta Îranê ve dewam dikin. 18 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê bi nameyeke vekirî bang li raya giştî û dewletê kirin ku dawî li darvekirinan bînin.
Jinên girtî di nameya xwe de diyar kirin ku dewsa ku li hemberî daxwazên gel ên azadiyê gav paşde bavêje, ji bo bi tundiya xwe zêde bike dest bi darvekirinê kiriye û got: “Îdamkirina Mohsen Şekarî weke çalakvan sûcek eşkere bû ku cîhan hejand. Werin em çerxa darvekirinê ya hikûmetê rawestînin. Li têkoşînê berdewam bikin û li dijî darvekirinan derkevin.“