Ji Înîsiyatîfa Aştiyê ya Jinan banga tevlîbûna pêvajoyê

Ji Înîsiyatîfa Aştiyê ya Jinan banga tevlîbûna pêvajoyê

Li Stockholê sala borî komek ya jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî hatin gel hev û “Însiyatîfa Aştiyê ya Jinên Kurd û Tirk” avakirin, ji bo pêvajoya nû ya bi Newroza 2013’an destpê kir, hatin gel hev û pêvajo nirxandi.

Jinên ku dane diyarkirin, jinên Kurd di qadên pêş yên tekoşînê de cihê xw girtin û fedekariyên mezin nişandan, balkişandin ser girîngiya tevlîbûna jinan bi awayek çalak ya pêvajoya nû. Di civîna ku behsa girîngiya piştgiriya jinên Kurd û Tirk yên dervey welat hate kirin de, jinên li Swêdê jiyan dikin, ji bo bi awayek aktîf tevlî pêvajoyê bibin planek ya xebatê amade kirin.

“Însiyatîfa Aştiyê ya Jinên Kurd û Tirk” di pêngava destpêkê de biryar girtin ku, civînek ya jinên Kurd û Tirk bînin gel hev çêbikin. Banga ku bi vê armancê amadekirîn gihandin jinên Tirkiyeyî û Kurdistanî.

Di bangê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye “Bila êdî çek bêdeng bibin û fikir û siyaset bi axive” demek nû daye destpêkirin û balkişand ku, gelek rêxistinên sivîl û raya giştî ya Tirkiyeyê piştgirî didin vê pêvajoya nû.

Li Tirkiyeyê gelek rêxistinên jinan behsa girîngiya tevlîbûna jinan ya vê pêvajoya nû dikin û di banga ku hatî amadekirin de ev tişt hatin gotin:

“Em jî weke jinên Tirkiyeyî yên li Swêdê jiyan dikin, ji pêvajoya aştiyê re bêdeng namînîn. Li ser bingehê wekheviya gelan ji bo aştiyekî mayînde û birûmet erkên ku dikevin ser milên me hene. Jin nebin aştî nabe! Her wiha nîqaşên van rojan tên kirin yên mîna ‘Zilamên aqilmend’, ji bo ev sazî bibe ‘Jinên aqilmend’ ew piştgiriyê didin jinên li Tirkiyeyê dengê xwe bilind dikin.”

“Însiyatîfa Aştiyê ya Jinên Kurd û Tirk” bang li jinên Tirkiyeyî û Kurdistanî kir ku, tevlî civîna Navenda Perwerdeya Karkaran ya li ABF’ê di 21’ê Nîsanê roja Yekşemê demjimêr 13.00’an de li Stockholmê pêktê bibin.