Ji hunermendan daxuyanî: Em tevlî bangê dibin

Komek ji hunermend bi pêşengiya Navenda Çanda Mezopotamyayê li hev kom bûn û diyar kirin ku ew tevlî banga dîrokî ya Rêber Apo dibin.

Rêber Apo di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî kir û piştgiriya ji bo bangê her ku diçe zêde dibe. Gelek hunermendan bi pêşengtiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li avahiya NÇM’ê daxuyanî dan. Eleqeyeke zêde ji bo daxuyaniyê hebû. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Sakîne Jîr û Tirkiya wê jî Engîn Cengîz xwend.

Sakîne Jîr, wiha got: “Di serî de spasiya birêz Abdullah Ocalan ku di nava şerê rûxîner ê Rojhilata Navîn û herêma me dorpêçkirî de dîsa hêviya aştiyê ji bo hemû gelan çêkir û hemû kesên ji bo pêvajoya nû sûdewer bûn, dikin. Weke hunermendan em diyar dikin ku piştgiriyê didin banga sedsalê ya ku rêya bidawîkirina pêvajoya şer a 40 salî, siyaseta demokratîk, hiqûq û edaletê vedike û em bi vê bangê re ne. Em kesên keda wan di xebatên me yên çand û hunerê yên 34 salan de hene û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dayin birêzdarî û biminet bi bîr tînin. Hewldanên aştiyê yên sermuzakerevanê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Îmraliyê di pergala tecrîdê de tê ragirtin, bi banga xwe ya aştî û civaka demokratîk re deriyê jiyana gel bi hesreta wê dijî vekir. Ev pêvajoya nû ya li benda me, erka guherîn û veguherînê ya demokratîk herî zêde dixe ser milê me rewşenbîr û hunermendan. Em careke din bi bîr dixin ku erk û peywira zanekirina civakê ya hunermendan e. Em careke din dibêjin ku em bi vê bangê re ne û piştgiriyê didin.”