Ji bo kongreya Meclisa Jinan a BDP’ê eleqeyeke mezin

Ji bo kongreya Meclisa Jinan a BDP’ê eleqeyeke mezin

Meclisa Jinan a BDP’ê bi şîara ‘Jina bi rêxistin, rizgariya demokratîk, jiyaneke azad’ 2’emîn kongreya xwe ya asayî dê pêk bîne.

Meclisa Jinan a BDP’ê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali 2’emîn Kongreya xwe pêk tîne.

 Li salonê pankarta ‘Jina bi rêxistin, rizgariya demokratîk, jiyana azad’ û  parnkarteke din ya ku wêneyên her sê siyasetmedarên kurd li ser bûn ya wekê ‘Soza we soza me ye, riya we riya me ye’ hatin daliqandin.  Ligel vê gelek pankartên din hatin daliqandin û her wiha wêneyên Bêrîtan, Sema Zilan, Leyla Qasim û flmanên BDP’ê jî hatin daliqandin.

Ji bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê bi hezaran jin di saetên serê sibê de hatin Salona Ahmet Tane ya ku dê kongre lê pêk bihata. Jinan eleqeyeke gelek mezin nîşanê 2’emîn kongreya Meclisa Jinan a BDP’ê da û dem bi dem ji ber qelebalixê gengeşî derket.  Jin di nokteyê lêgerînê yên polîsan de derbas bûn û li baxçeyê  Salonê niha kom dibin.

 Jinên ku bi cil û bergên xwe yê netewî di saetên serê sibê de li Salona kongreyê civiyan, govendê digerînin û bendewariya wan didome.