Ji bo jinan qanûn heye, pêkanîn tune!
Ji bo jinan qanûn heye, pêkanîn tune!
Ji bo jinan qanûn heye, pêkanîn tune!
Jin li dijî şîdetê dengê xwe bilind dike, ciwan jî wek delwetê bê dengiya xwe didomîne. He roj jin rastî şîdetê tên. Nûnera Platforma Em dê Kuştinên Jinan rawesetînin Gulsum Kav diyar kir ku divê saziyên dewletê bi ruhê seferberiyê li dijî kuştinên jinan raweste û got: “Ji bo pêşîgirtina şîdetê qanûn heye lê pêkanîn tune. daraz jî di nêzîkatiyeke ku mêr xelat dike ye. divê ji bo pêşîgirtina şîdeta li hemberî jinê sererastkirina qanûnî bê kirin.
Di 8’ê Adara 2012’an de kanûna der barê ‘ Pêşîgirtina şîdeta li ser jinê û paratina malbatî’ hat derxitin û 10 mehan rêzikname dernexistin û bi vê yekê re bêhestiyariya dewletê bi destê darazê didome. şîdeta li dijî jinê bi ‘daxistina tahrîkê’ tê xelatkirin û ev jî nîşan dide ku bidawîbûna şîdeta liser jinê gelek zehmet e.
DI 2012’AN DE 210 JINAN JIYANA XWE JI DEST DA
Jin dixwazin tedbîr bên girtin. Daxwaza wan eve ku beriya bên kuştin ‘bên parastin! Platforma Em dê Kuştinên Jinan rawestînin ku doza 15 jinê hatiye qetilkirin dişopîne bîlançoya 5 salan di navbera 2008-2012’an de weşand. Li gorî bîlançoyê di 2008 80, di 2009’an de 109, di 2010’an de 180, di 2011’an de 127 û di 2010’an de 210 jin hatin kuştin.
QANÛN HEYE PÊKANÎN TUNE
Berdevka platformê Gulsum Kav axivî û got şîdet ali dijî jinê didome û wih got: “Vê tabloyê ancax jin bi rêxistibûnê ji holê rabikin. Jin bi têkoşînê dikarin mafên xwe qezenc bikin. Qanûna Parastinê ya ku hikûmetê neçar ma derxe a hejmar 6284’an mînake. Qanûna berê şertê zewaca fermî dixwest, gelek hevalên me wek Ayşe Paşali, Gulşah Akturk ne parast. Platformê têkoşîna şopandina dozan da. Protesto kir, bi saziyên muxatab re hevdîtin kir.
DARAZ MÊR PÎROZ DIKE
Kav got di demên dawî de gelek jinan serî li platformê daye û got: “Em doza wan dişopînin, li mafên wan digerin. Em çalakyan pêk tînin, dewletê gazî peywirê dikin. Her wiha em perwerdehiyan pêk tînin. Ji bo parastina jinan, peywir dikeve ser milê hemû civakê. Her wiha daraz jî êdî din av nêzîkatiyeke ku mêr xelat dike deye. Ev tu aliyê wê yê hiqûqê tune.
Kav got bi têkoşîna ku bi malbatan re meşandiye de kêm be jî di dozên cezayê de hinek pêşde çûne û got: “Êdî di kuştinan de ceza tê dayîn, dadgeha bilind biêje ji kujerên jinan re daxistin tune. ser wiha serokwezîr dibêje, çi hewce dê bê kirin. bê guman em vê jî têr nabînin
STARGEH KÊMIN
Kav da zanîn ku divê dewlet ji bo pêşîgirtina şîdetê pêngavan bavêje û wiha pêde çû: “Stargehên jinan hem di warê hejmarê de û hem jî di warê şert û mercan de gelek qelse. Carna parastineke gelek nêz hewceye. Platfor ji bo vê jî têdikoşe û ji bo ev ji holê rabe her tim bang li dewletê dike ku peywira xwe bîne cih.”
DIVÊ SERERASTKIRINEKE TAYBET BÊ KIRIN
Kav destnîşan kir ku ew li 30 bajarî dozên der barê tundiya li ser jinê dişopînin û got: “Ji vana hinek xwedî taybetiyên ku li fakulteyên hiqûqê dikare dersa wan bê dayîne. Mînak kuştina Esîn Guneş a Sêrtê wek întîxarê hat veşartin. Malbatê serî l ime da, me doz dîsa vekir. Di navberê de sal derbas bû bi rapora ku beşa fîzîkê ya ODTU da me derket holê ku ne întîxare. Daxwaza me eve k udi pêvajoya darazê de di kuştinên jinan de sererastkirinên taybet bên kirin.”