Ji bo Dayika Aştiyê Kiran 30 sal ceza tê xwestin

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hawa Kiran  bi îdiaya "Avakirin û rêvebirina rêxistinê" 46 doz lê hatin vekirin û 30 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hawa Kiran  bi îdiaya "Avakirin û rêvebirina rêxistinê" 46 doz lê hatin vekirin û 30 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hewa Kiran (60) ev  10 sal in di nava dayikên aştiyê yên Amedê de kar û xebatan ji bo aştiyê dike. Ji bo hiqûq, edalet, wekhevî û aramî were welat, bi salan e di nava têkoşînê de ye û bûye parçeyek ji doza gelên Kurdistanê. Dayika Hewa Kiran di nava 10 salan de di her axaftin û çalakiyên xwe de li ser aştî û aramiyê rawestiya ye. Dozgerê Amedê, di der barê dayika aştîxwaz Hewa Kiran de 46 doz û 30 sal cezayê girtîgehê dixwaze.

‘DAXWAZA ME AŞTÎ Û ARAMIYE’

Dayika Aştiyê Hewa Kiran diyar kir ku tenê sûçê kiriye aştiye û wiha axivî: “10 sal e ez dayika aştiyê me û di nava 10 salan de bê navber ez ji bo aştiyê xebitîm. Tenê sûçê min kiriye daxwaza aştiyê ye. Ji bo aştî were welat bi dehan caran em çûne Enqerê û me bi rayedaran re hevdîtin pêk anî. Bi serokomar, serokwezîr, serfermandarê artêşê, parlamenter û tevahiya sefaretxaneyên welatên biyanî yên li Tirkiyê re hevdîtin pêk aniye. Li ser aştiyê me CD û belge radestî wan kirine. Daxwazên xwe bi devkî hem jî bi awayekî nivîskî me vegot. Bi dehan caran li ber deriyê menzela Erdogan ya meclîsê em rawestiyane û me xwestiye em pê re hevdîtinê pêk pêk bînin, lê belê hikûmeta Tirkiyeyê meclîs ji bo me qedexe kir. Her kes nikare aştiyê bike, divê mirov ji bo aştiyê wêrek be. Her kes nikare zimanê aştiyê bi kar bîne. Li kuderê şer û rageşî çêbûye weke dayikan me xwe kiriye mertal û em li ber rageşiyê rawestane. Tenê daxwaza me aştî û aramî ye.”

‘LI TIRKIYEYÊ KESÊN AŞTIYÊ DIXWAZIN TÊN GIRTÎN’

Kiran da zanîn ku ji bo mirov neyên kuştin û aştî were Tirkiyeyê xebitiye û wiha pê de çû: “Ez dayika aştiyê me. Ji bo kes neyên kuştin ez axivî me. Min ti sûc nekiriye. Li vî welatî kesên aştiyê dixwazin berdêla wan cezayê girtîgehê ye. Ji bo aştiyê û ji bo ku mirov neyên kuştin ez ê herdem li qadan bim. Dozger ji bo lêgerîna min ya aştiyê 46 doz û 30 sal cezayê girtîgehê dixwazin. Ji beriya demekê ez hatim binçavkirin li gel temenê min yê mezin jî 8 rojan di şert û mercên gerî xirab de hatim girtin. Belê li min nexistin lê belê di aliyê derûnî de êrîşî mirovan dikirin. Ger mirov li gorî wan tevnegere mafê te yê jiyanê tine ye. Ji bo min aştî xwestiye û zimanê aştiyê bikaraniye 46 doz li min hatiye vekirin. Ji bo min gotiye bila xwîn êdî nerije û bila mirin rawestin doz li min hatiye vekirin. Kesên dibêjin em vî welatî rê ve dibin divê ji bo rexne û aştiyê jî vekirîbin, guh bidin dengên aştiyê. Mixabin kesên ku hikûmet û rayedar rexne kirine û daxwaza aştiyê kirine, hatine binçavkirin, kuştin, windakirin û girtin.”

JI DAYIKA AŞITYÊ RE MECLÎS QEXEYE!

Kiran anî ziman ku ji bo wê xwestiye bi Erdogan re hevdîtinê bike, meclîs jê re hatiye qedexekirine û wiha dom kir: “Ji bo dawî li zilmê û kuştinan were, li ser navên dayikên aştiyê em çûn Enqerê û me xwest li meclîsê em bi Erdogan re hevdîtinê pêk bînin. Polîs û leşkeran derdorê me girt, av û elektirîk li ser me birin. Bi rojan em li ber deriyê menzela Erdogan ya meclîsê man. Lê li me ne zivirîn. Li gel vê xwestin min binçav bikin. Ji min re meclîs qedexe kirine. Mirov ji kesek aştiyê bixwaze re meclîsê qedexe dike? Li ser me her tişt qedexe kirine. Ziman, çand û nasnameya me hatiye qedekirin. Gelek bal kêşe, heta demekê derketina min ya ji Amedê jî hatibû qedexe kirin. Rondikê çavên hemû dayikan yeke, divê aramî were welat. Heta aramî û wekhevî neyê welat em ê ji bo aştiyê bikin qêrin û dê lêgerîna me bidome.”

‘DEWLET RÛXIYAYE Û TÊK ÇÛYE’

Kiran bilêv kir ku ger li vî welatî ceza ji bo aştiyê bê xwestin ew şerma wî welatî ya herî mezin e. Kiran anî ziman ku dozgerê Amedê ji bo wê 30 sal cezayê girtîgehê dixwaze û wiha got: “Dewlet di ti hewldanên xwe de ne rast û cidî ye. Bi polîtîkayên xwe yên qirêj yên asîmlasyon û dagirkirinê li ser kar in. Cezayê ji bo aştiyê şerma herî mezin ya Tirkiyê ye. Dayikek aştiyê bixwaze heqê wê ne cezayê girtîgehê, divê mirov xelat bike. Ger dayikek cenazeyê zarokê xwe yê parçe parçe dispêre axê û li ser cenazeyê xwe jî dîsan dibêje aştî, ew şerma vê dewletê ye. Tirkiyeyê derdorê dayikên aştiyê girtiye û dixwaze li hemberî daxwazên aştiyê dibe asteng. Wê demê ev dewlet rûxaye û têkçûye.”