'Ji bo darizandina dîktator' li Swîsreyê zêdeyî 17 hezar îmze hatin komkirin

Di çarçoveya kampanya "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" li Swîsreyê zêdeyî 17 hezar îmze hatin komkirin.

Siyasetmedara Kurd Done Guzel diyar kir ku li gel qedexeyên ji ber şewbê û şert û mercên nebaş ên hewayê jî jinên Kurd li her bajar û kantonên Swîsreyê karekî bi fedakarî meşandin û encameke xurt bi dest xistin, lê vê encamê ji bo xwe têrker nabînin.

Done Guzel ji ANF'ê re axivî û ragihand ku bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) ji 25'ê Mijdarê ve xwedî li kampanyayê derdikevin û li her qada ku lê ne di vê çarçoveyê de kar dikin. Guzel bi bîr xist ku armanca wan ew bû ku li Swîsreyê 10 hezar îmzeyan kom bikin û got, "Heta niha me li Swîsreyê 17 hezar îmze kom kirine. Di vir de keda jinên Kurd, keda dayikên Kurd, her wiha piştgirî û keda aktîvîstên Defend Rojava û saziyên jinan ên dost ên Swîsreyî heye."

EV ENCAM JI BO ME SERKETIN E

Guzel ragihand ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê komkujiya jinan zêde dibe, li girtîgehan bûyerên destavêtin û destdirêjiyê zêde dibin; sûcên tên kirin bi rêya qanûnan tên teşwîqkirin û bêcezahiştin weke polîtîkayekê hatiye asayîkirin û got, "Lewma meclîsên me yên jinan ne tenê îmzeyan kom dikin. Li ser sedema komkirina îmzeyan bi rengekî rû bi rû bi mirovan re diaxivin û agahiyan parve dikin."

JI BO TEŞHÎRKIRINA REJÎMÊ GIRÎNG E

Guzel diyar kir ku ji dema dest bi kampanyayê kirine ji gelê Swîsreyê piştgiriyeke xurt dibînin û destnîşan kir ku kampanya wan ji bo teşhîrkirina rejîma Tirk a Erdogan li qada navneteweyî, ji bo darizandina vê rejîmê gaveke girîng e. Siyasetmedara Kurd Done Guzel anî ziman ku wê kampanya xwe dewam bikin.