Ji bo bibim dayika hemû 'Ûmût'an

Dema ku Bêrîvan bû xwedî vînekê ku biryara xwe bi cih bîne, kurê wê Ûmût yek salî bû. Wê ji bo siberoja hemû 'Ûmût'an biryar da bibe gerîla.

Bêrîvan, ku mîna her gerîla di encama lêgerîna li jiyana azad de PKK nas kir, ev 5 sal in li nava refên gerîla ye. Bêrîvan vê beşa jiyana xwe pîroz dibîne û destnîşan dike, ku heta şer neke nikare ji zarokê xwe re bibe dayik.

Gerîla Bêrîvan Cizîr ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye. Ji ANF'ê re qala jiyan û biryara xwe kir.

MIN NEZANÎ ÇI BIKIM

Dema çar salî ye, dayik û bavê Bêrîvan dest ji hev berdidin. Dayika wê diçe Elmanyayê, Bêrîvan jî tevî malbata xwe ya mayî li Cizîrê dimîne. Dema dibe 9 salî, pê dihese ku malbata wê, di 11 salî de wê destgirî bike. Dema dibe 9 salî dibihîze ku dayika wê dijî. Li ser vê yekê xwe digihîne dayika xwe û alîkariyê jê dixwaze. Dayika wê ya li Elmanyayê, Bêrîvan dibe Elmanyayê cem xwe. Lê apê wê li dû wê diçe Elmanyayê. Piştî ku soz dide dayika wê ku wê nehêle bidin zewicandin, tevî apê xwe vedigere welêt. Tevî vê yekê jî piştî wextekê mijara destgirî û zewicandinê ji nû ve tê rojevê. Bêrîvan êdî dizane ku wê destgirî bikin, lê nizane wê çi bike. Dibêje,'tenê tiştek hebû ku min xwe pê bigirta; ew jî hêviya ku wê rojekê vîneke min a azad hebe'."

HEWLDANÊN XWEKUŞTINÊ, ZEWICANDIN

Dema 11 salî wê destgirî dikin, gelek caran hewl dide xwe bikuje. Malbata wê 2 salan wê dixe nava malê û nahêle derkeve. Bêrîvan jî di wê demê de rê û rêbazekê dibîne ku tevlî karên ciwanan bibe. Her wiha tê binçavkirin. Dema dibe 15 salî tê zewicandin.

ZAROK Û GIRTÎGEH

Piştî ku zarokek jê re çêdibe, yek ji lêpirsînên li hemberî wê vediguhere dozê, ceza lê tê birîn û tê girtin. Salekê li Girtîgeha Mêrdînê di nava girtiyên jin ên PKK'yî de dimîne. Di şexsê girtiyên jin de PKK'ê nas dike. Ruhê PKK'ê dike ku ew çîroka jiyana xwe ji nû ve binirxîne û biryarekê bide. Belê, kurekî wê yê biçûk Ûmût heye, lê belê barê li ser milê wê girantir bûye. Dibêje, "Zindan êdî ji bo min ne zindan bû, bûbû deriyekî ku li jiyana azad vedibe."

DIVÊ DESTPÊKÊ JIYAN AZAD BE

Piştî ku salekê li zindanê dimîne û derdikeve, kurê wê Ûmût dibe yek salî. Ew dayikek e, bêguman bi kurê xwe ve girêdayî ye. Lê belê rastiyên li Kurdistanê hê bêhtir giraniya xwe çêdike. Pê dizane ku di nava gel û civakeke tiştekî xwe nîne, mafê jiyanê yê jinê lê nîne, nikare tenê ji bo kurê xwe tiştekî bike. Bawer e ku beriya her tiştî divê jiyan azad be. Ji bo vê jî diçe cem Mehmet Tûnç ê ku li Cizîrê şehîd bû û jê re dibêje ku dem hatiye ew biryara xwe ya tevlîbûna li nava refên gerîla bi cih bîne.

MEHMET TÛNÇ GELEKÎ MATMAYÎ DIMÎNE

Mehmet Tûnç gelekî matmayî dimîne, malbata wê û kurê wê yê yek salî tîne bîra wê. Bi taybetî jê dixwaze ku ji bo kurê wê yê yek salî careke din li ser biryara xwe bifikire û jê bawer be ku biryareke rast dide yan na. Bêrîvan hewl dide Mehmet Tûnç qanih bike; dibêje ku wê li zindanê rewşa gel û jinên Kurdistanê nirxandiye û heta li çiyayên azad şer neke nikare tiştekî biguherîne. Dibêje, "Ji ber ku her roj li Kurdistanê bi dehan zarok tên kuştin. Ne tenê ji bo Ûmût, ji bo hemû zarokan, divê Kurdistan azad bibe". Û sala 2012'an berê xwe dide çiyê.

LI ÇIYÊ BI DENGEKÎ BILIND DIRÛŞME DIQÎRE

Dema ku nû tê çiyê û gerîla dibîne, gelekî bi coş û kelecan dibe. Dema ku cara ewil kincê gerîla li xwe dike, bi dengekî bilind dirûşme diqîre. Gerîla Bêrîvan wiha dibêje: "Rojên herî hêja yên jiyana min bûn. Bi demê re her ku min Tevgera Azadiyê ya Kurd, Rêberê Gelê Kurd nas kir, pejirand, gerÎla û jiyana gerîla nas kir, hê bêhtir bi wan ve hatim girêdan. Ji bilî bûyîna şervaneke azadiyê êdî min li tiştekî nedifikirî.

DIXWAZE BIDE SER ŞOPA ZÎLAN

Hebûna artêşeke jinan hêzê dide min. Yek ji şehîdên mezin ên tevgerê hevala Zîlan jî berî tevlî bibe zeiwcî bû. Lê belê piştî ku tevlî bû, di nava tevgerê de veguherî xetekê. Ez jî dixwazim bidim ser şopa wê."