Ji Bîanetê 'Çeteleya Tundiya Mêr' meha hezîranê

Li gorî bîlançoya ku Bîanetê ji rojname û sîteyên nûçeyan û ajansên xwecih û giştî hazir kirî hezîranê bi kêmanî 24 jin û sê zarok ji hêla mêran ve hate kuştin.

Li gorî 'Çeteleya Tundiya Mêran a Hezîrana 2020'an a Bîanetê 24 jin û 3 zarok bi destê mêran hatine kuştin. 54 ji 100'î yê kujeran 'hevser/hezkirî', 46 ji 100'î ji 'xizm/cîran/heval'an pêk tên.

Ji van jinan 63 ji 100'ê wan bi çekê, 17 ji 100'î jê bi amûrên birînê, 20 ji 100'î jê jî bi rêbazên din hatine kuştin.

Ji jinan 50 ji 100'î li nav malê, 33 ji 100'î li derî malê hatine kuştin û 17 ji 100'î li kûderê hatine kuştin diyar nebûye.