Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê li Efrînê civîn pêk anî
Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê li Efrînê civîn pêk anî
Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê li Efrînê civîn pêk anî
Komîteya Dîplomasî ya Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê li bajarê Efrînê ji jinan re li ser rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û rola jinan di şoreşê de civînek lidar xist.
Komîteya Dîplomasî ya Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê li bajarê Efrînê ji jinan re li ser rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û rola jinan di şoreşê de civînek lidar xist. Civîn bi beşdariya dehan ji jinên bajarê Efrînê li dibistana Emîr Xobarî hate lidarxistin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Înîsiyatifa Jinên Sûriyeyê Nûjîn Yûsif li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û rola jinan axivî û got: “Em di qonaxeke dijwar û hesas re di hemû waran de derbas dibin û di vê dema dijwar de divê hemû jinên Kurd û Ereb jiyana hevbeş bingeh ji xwe re esas bigirin. Jin niha di şoreşê de pêşengtiyê dikin. Di rewşa Sûriyeyê ya niha de ya ku herî zêde ziyanê dibîne jin e. Jin aktora sereke ya civakê ye û lewre pêwîste jin rola xwe ya sereke ji bo bi dawî anîna êşa hemu jinan bilîze.”
Yûsif, balkişan ji bo rizgarkirina civakê divê hemû jin dest bidin hev. Her wiha Yûsif, li ser girîngiya lidar xistina konferansa Înîsiyatîfa Jinên Sûriyeyê ya ku beriya niha li bajarê Qamişlo hatibû lidar xistin axivî û got ku wan di konferansa xwe de gelek pêşniyar û biryarên girêdayî jinên Sûriyeyê derxistin e.
Yûsif, destnîşan kir ku Înîsiyatifa Jinên Sûriyeyê pireke girînge di guhertina civakê de û ji bo avakirina civakeke azad, wekhev û demokratîk dixebite.