Ilgaz: Em ê xwe bi rêxistinkirî tevlî pêvajoyê bikin

Ilgaz: Em ê xwe bi rêxistinkirî tevlî pêvajoyê bikin

Meclisa Jinan a BDP’ê dê kongreya xwe ya 2’yemîn a awerte di 28’ê nîsanê de li Enqereyê li dar bixe. Kongreya ku dê di pêvajoya çareserkirina pirgirêka kurde bê li darxistin, mijarê wê yên sereke “rêxistinkrin” û “rengê jinan di pêvajoya muzakereyan de derxistina holê” be. 

Kongre dayarî sê şoreşgerên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê cile de li Parîsê hatin qetilkirin hat kirin. Kongreya ku tê armanc kirin 10 hezar jin tevli bibin, dirûşmeya wê ya sereke “Jina bi rêxistinkirî, rizgariya demokratîk û jiyan azad e.”  

Di kongreyê de dê 25 endamên meclisa giştî û 25 endamên yedek bên hilbijartin. Beriya kongreyê endama Meclisa Jinan a BDP’ê  Kiymet Ilgaz ji ANF’ê re axivî. Ilgaz diyar kir ku kongre di pêvajoyeke girîng de tê li darxistin û wiha got: “Tevlibûna jinan a kongreyê dê xuya bike ka jin çiqasî xwedî li pêvajoyê derdikevin.”

Ilgaz anî ziman ku weke jin di kongereyê de ev pêvajo nîqaş kirin, hebûna gotinên ku jin bêjin, di pêvajoyê de hîn pitir rol girtina ser xwe û mîsyon girtin ji wan pir girîng e. Ilgaz da zanîn ku di van pêvajoyên wisan de ew baweriyeke mezin didin hîn pitir rolgirtina jinan û wiha axivî: “Ji ber ku yên herî zêde di şer de bedelên mezin dan jin bûn û êşên pir kûr jiyan. Em her roj rastî komkujiyên jinan tên û nûçeyên tacîz, tecaziw û tundiyan ji jiyana me kêm nabin. Em jinên ku bi salane têkoşîna zayendî didin, dê divê kongreyê de daxazên xwe bînin ziman. Ji ber vê divê jin tevlî bibin."

 ‘JIN JI DERVEY MEKANÎZMAN TÊN HIŞTIN

Ilgaz destnîşan kir ku di vakirina Komîsyona Aqilmendan de bi rengekê wek hev nêzîkatî ne hatiye çêkirin û wiha domand: “Tê xwestin ku jin ji dervey mekanîzmên ku tên avakirin bimînin.”

Ilgaz bilêv kir ku partiya wan li gel têkoşîna civakî, têkoşîna azadiya jinê jî dide û wiha berdewam kir: “Ji me kota zayendî girîng e. Ji ber vê divê jin di vê pêvajoyê de xwe weke muhatap bidin nîşandan. Jin bi salane têkoşîn didin. Divê hîn zêdetir têkoşîna xwe xurt bike û di pêvajoyeke wiha de muhatapbûna xwe bide nîşandan. Me lez da xebatên xwe yên bi rêxistinkirinê. Tax bi tax em civînan li dardixin. Ev pêvajo pêvajoya ku em hîn zêdetir rêxistinbûna xwe xurt bikine ye.”

 ‘DIVÊ EM KOMÎSYONÊN JINAN ÊN ALTERNATÎF AVA BIKIN

Ilgaz diyar kir ku jin ji derveyî komîsyon û mekanîzmayên ku tên avakirin, tên hiştin û wiha bi dawî kir: “Lê divê em komîsnonên jinan ên alternatîf ava bikin. Di pêvajoya avakirina rizgariya demokratik û çareseriyê de em jin divê alternatîfên xwe ava bikin û xwe mudaxilê pêvajoyê bikin. Ji bo tevlibûna rizgariya demokratîk û destpêkirina çareseriya demokratik, bi teybetî di pêvajoyeke wihan de em bang dikin ku jin bi reng û zimanê xwe tevli kongreya me bibin.