Hollande mexdûra şideta mêr efû kir
Li Fransayê hikûmxwara jin a binavê Jacqûelîne Saûvage ya ku ji ber êşkence û şideta fîzîkî ya bi salan, hevjînê xwe kuşt û li girtîgehê ye, ji aliyê Serokkomar ve hate efûkirin.
Li Fransayê hikûmxwara jin a binavê Jacqûelîne Saûvage ya ku ji ber êşkence û şideta fîzîkî ya bi salan, hevjînê xwe kuşt û li girtîgehê ye, ji aliyê Serokkomar ve hate efûkirin.
Saûvage ya ku bi hinceta hevjînê xwe yê ku bi salan li gel jiyayî di sala 2012’an de kuştiye, 10 sal ceza lê hatibû birîn, ji beriya niha ji aliyê Serokkomar Fansayê Hollande ve efûya bi şert hatibû dayîn, lê ev biryar ji aliyê dadgeha bilind ve nehatibû qebûlkirin. Ji ber ku Saûvage û keçên wê ji aliyê hevjînê wê ku 47 salan bi hevre jiyayî êşkence û destdirêjî li ser dihatin kirin daxwaza efûyê kirbû.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Hollande ya li ser hesabê Twwîterê, eşkere kir ku biryara efûyê ya têkildarî Jacqûelîne Saûvage bi awayekî fermî hatiye girtin. Di daxuyaniyê de Hollande diyar kir ku li gel efûyê divê bi lezgînî Saûvage bê serbest berdan.
Ji bo Jacqûelîne Saûvage di nava vê salê de gelek kampanya hatibûn li dar xistin, parlementer senator û hilbijêriyên herêmî jî di nav de bi sedan kesan daxwaza efûyê îmze kiribûn.