'Hevserokatî modela jiyana hevpar e'

Aktîvîstên TJA'yê Ayşe Gokhan û Zahîde Besê gotin, jinan di oxira sîstema hevserokatiyê de berdêlên gelekî giran dane û diyar kirin, hevserokatî modela jiyana hevpar e

Pergala hevserokatiyê li cîhanê yekemcar ji aliyê Partiya Kesk a Elman ve pêk hat. Li Tirkiyeyê jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û gelek saziyan pergala hevserokatiyê di rêziknameya xwe de bicih kir. Yekemcar sala 2005'an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a hate girtin pergala hevserokatiyê xiste meriyete û ev model li nava şaredariyan belav kir. Siyasetmedarên jin modela hevserokatiyê nirxandin. 

'MODELA HEVSEROKATIYÊ MODELA JINAN E'

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokhan da zanîn ku jinên Kurd demek dirêj e modela hevserokatiyê di pergala xwe de bi kar tînin û got, "Hevserokatî, hevşaredarî û hevberdevkî pergaleke jiyana hev azad e. Ev modela hevserokatiyê pergala jinan e. Çima modela hevserokatiyê? Ji ber ku jiyan du dest e û ne yek e. Desthilatdarî li ser pergala yekperestiyê rêveberiya xwe ava dike. Modela hevserokatiyê li dijî pergala dewletê ya zilam di nava civakê de nêrînê diguherîne. Modela hevserokatiyê li dijî newekheviya zayendiyê cudahiyê diafirîne. Ev modela hevserokatiyê ne tenê ji bo jin û zilaman e. Di heman demê ev model ji bo çand, dîn, ziman û neteweyên cuda ye."

'PERGALA YEKPERSTÎ HER DEMÊ TÊK ÇÛYE'
 
Gokhan anî ziman, pergala yekperestiyê rê li ber desthilatdariyê û wiha pê daket: "Her deme desthilatdarî, împaratorî, siltanî, serokkomarî û serokwezîrî ji ber pergala yekperestiyê têkçûne û ti ewlehiya wê ya jiyanê tine ye. Ev pergal çiqas xwe ji nû ve ava dike, ewqas jî ji binî de têk diçe. Pergala împaratorî û siltaniyê çima têk diçe? Ji ber ku ev pergal ji bo civakê nabe bersiv, lingên bingehîn nehatine danîn û dema xwe tijî kirine, lewma ev pergal hilweşiyaye. Îro jî dewleta netewe bi pergala serokwezîrî û serokkomariyê têk çûye û nabe bersiv ji sed sala 21'ê re. Tevgera Jinên Kurd pergala yekperestiyê ya ku têkçûye napêrêze û naafirînin. Dema ku di pergala jiyanê de berpirsyarî ne weke hev be, wê demê desthilatdarî û wêrankirin dest pê dike."

'HEVPARIYA JIYANÊ BI MODELA HEVSEROKATIYÊ PÊKAN E'

Gokhan, êrîşên li ser modela hevserokatiyê jî nirxand û got: "Du xet hene ku şer dikin. Yek xeta jinan e ku di her aliyê civakê de berpirsyariyê distîne û hevsengiya jiyanê saz dike. Ya duyemîn jî desthilatdariya faşîst e ku dibêje, 'eger jin hebe desthilatdariya min têk diçe'. Ji xwe desthilatdariya yekperestiyê têk diçe û têk çûye. Em dibêjin di neteweya demokratîk de ji bo ku nasnameyên Kurdistanî hem jî bi rengê cuda û baweriyên cuda, Kurd tenê ne misilmanin di heman demê de elewî, êzîdî û xirîstiyan in. Ji bo vê yekê pêwîste jiyaneke bi hev re were hûnandin. Em naxwazin civak parçe parçe bibe ji bo cudahiyên xwe. Cudabûna Rojhilata Navîn ji bo me mînakek gelekî girîng e. Em bi neteweya demokratîk dixwazin hevpariya jiyanê bi hevserokatiyê pêk bînin. Dema ku em li êrîşên li ser hevserokatiyê dinêrin dibînin ku destpêkê hevserok û hevşaredarên jin hatin destgîrkirin û girtin. Minak, dema ku Leyla Guven hevşaredar bû hate girtin û niha jî Hevseroka Giştî ya KCD'ê û wekîla HDP'ê ye hatiye girtin. Niha jî birêz Guven bi îradeya jinê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê di çalakiya greva birçîbûnê ya bê dawî de ye. Ev jî reng û dengê jinê dide nîşan dan ku di rêveberiyê de çiqasî girîng e.  Ji ber vê yekê jî her dem pergala faşîst a AKP û MH'’ê êrîşî modela hevserokatiyê dike."

'LI DIJÎ PERGALA DEWLETÊ MODELA HEVSEROKATIYÊ'

Aktivîsta TJA û Endama Meclîsa HDP'ê Zahîde Besê jî destnîşan kir, pergala hevserokatiyê li dijî newekheviya zayendî cudahiyek e û modela jiyana hevpar e. Besê got: "Nîvê civakê ji jinan pêk tê, weke netewekê jî xwedî nasname û zayendekê ye. Heta niha desthilatdariyê li ser navê jinê biryar daye û pergala xwe jî li ser berjewendiyên xwe saz kiriye. Piştî pêşketina têkoşîna jinê, jinê êdî daxwaza mafên xwe yên rewa kirin. Jinên Tevgera Azadiyê jî ji bo modela hevserokatiyê têkoşînekê bê hempa meşandin û dawiyê jî bi têkoşîna xwe û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev model xistin dewrê. Piştî ku jinan cihê xwe di modela hevserokatiyê de girtin û bûn xwedî biryar, vê yekê desthilatdarî aciz kir. Ji ber ku modela hevserokatiyê li dijî pergala dewletê ye, dewlet êrîş dike û jinan dike hedef."

'LI DIJÎ ÊRÎŞAN JIN LI QADAN E'

Besê da xuyakirin ku li dijî êrîşên li jinê Tevgera Azadiyê ya Kurd û Tevgera Jinên Kurd modela hevserokatiyê afirandin û wiha dewam kir: "Piştî ku modela hevserokatiyê hate sazkirin, bi awayekî aktîf cihê xwe di nava civakê de girt. Vê modelê jî di nava civakê de bersiva xwe girt û li ser vê yekê jî li her cihî jinan xwe bi pêş xistin. Berî sê salan rejîma faşîst a AKP û MHP'ê  bi hemû hêza xwa êrîşî destketiyên jinan kir. Gelekî bal kêşe ku destpêkê hevserokên jin hatin girtin û hemû sazî û dezgehên jinan hatin girtin. Dewlet baş dizane eger bikare dengê jinan qut bike wê bikare dengê civakê jî qut bike. Destketî zû bi zû nayên bi destxistin, jinan ji bo van destketiyên xwe berdelên giranbuha dan. Li gel hemû êrîşan jin li qadan e û kîjan qad vala be wê jin bi têkoşîna xwe qadan tijî bike."