BI DÎMEN

'Her roj wê bibe roja jinê, bibe deng û rengê jinê'

8'ê Adarê roja piştgirî, têkoşîn û yekîtiya jinan, di salvegera 107. de bi daxwaza û hewldaneke mezin a têkoşînê tê pêşwazîkirin.

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coş hat pîrozkirin. Jinan bi coşeke mezin pêşwaziya vê rojê kirin û banga yekîtî û têkoşînê kirin. Gerîlayên jin ên tevlî çalakiyê bûn, 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin.

Gerîlayên jin ji ANF'ê re axivîn:

MADURA ÛRMIYE: Ez vê rojê li Rêber Apo û li hemû jinan pîroz dikim. Rojeke gelekî watedar e. Lewma divê jin hemû di vê rojê de dest bidin hev û têkoşîna xwe mezin bikin.

'EZ VÊ ROJÊ LI HEVRÊYÊ JINAN LI RÊBER APO PÎROZ DIKIM'

TÊKOŞÎN CÛDÎ: Ez 8'ê Adarê li hemû jinan, li hevrêyê jinan li Rêber Apo û li hemû jinên berxwedêr pîroz dikim. Di nava PKK û PAJK'ê de ji bo me jinan her roj roja jinê ye. Ji ber ku azadiya jinê, ked û berxwedana jinê, roja jinên azad e. Her roj wê bibe roja jinê, deng û rengê jinê.

VIYAN KIÇÎ: Em îro hemû hevrêyên jin li çiyayên azad li hev civiyan e û 8'ê Adarê pîroz dikin. Ev kombûn j bo me hêz û moraleke mezin e. Ez 8'ê Adarê di serî de li Rêber Apo, li hemû jinan, kedkar û berxwedêran pîroz dikim.

'PÎROZKIRINA BI RUHÊ AZAD LI ÇIYAYÊN AZAD MIROVAN BI SER DIXÎNE'

ZEYNEP CÛDÎ: Ez di destpêkê de 8'ê Adarê li Rêber Apo ku em gihandine vê astê, li hemû jinan, kedkar, berxwedêr û hemû xebatkarên me pîroz dikim. Ez bawerim em ê van rojan bi Rêber Apo re di rojên bedew de pîroz bikin. Em deyndarê Rêber Apo ne û em ê hezkirin û hesreta xwe her tim ragihînin. Em îro di 8'ê Adarê de li hev civiyan e û li ser xeta azadyê ya Rêber Apo pîroz dikin. Ev ji bo me cihê şahî û kêfxweşiylê ye. Pîrozkirina bi ruhê azad li çiyayên azad mirovan bi ser dixîne. Ez destê hemû dayikên me maçî dikim û cejna wan pîroz dikim. Em ê rojên xweş li Sûr ên Amedê, li Mahabadê, Hewlêrê û Qamişloyê bi hev re pîroz bikin.