Hejmara nû ya Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanan -NÛ BÛ

Rojnameya Newaya Jin di hejmara xwe ya meha Tîrmehê de ji Kurdistanê heta Mînneapolîsê cih da rojeva jinan û gelan.

Hejmara Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin gihîşte ber destê xwendevanan.

Di hejmara vê mehê de siyaetmedara Kurd Nîlufer Koç têkildarî konjonktura siyasî ya nû ya herêmê analîzên girîng kir û destnîşan kir ku di şert û mercê heyî de ya ku Kurdan bi ser bixîne yekîtiya neteweyî ye.

Nivîskar Zîlan Diyar jî Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê û bandora wê ya li asta navneteweyî nivîsand. Diyar got, "Em ew jin in ku baweriya xwe bi vê şoreşê re tînin" û destnîşan kir ku ji bo parastina şoreşê çi pêwîst be wê bikin.

Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir, ya ku destketiyên Şoreşa Rojava mayinde bike şoreşa zîhniyeta civakî ye.

Doçenta Alîkar a ji Zanîngeha Mînnesotayê Serra Hakyemez bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî nijadperestiyê ku piştî qetilkirina George Floyd li DYE'yê dest pê kir.

Zerya Gul jî ku çend hejmar e li ser rêgeha têkoşîna femînîst a sedsala 21'ê dinivîsîne, di hejmara dawî de jî qala têkoşîna jinê dike ku hîma bingehîn a modernîteya demokratîk e.

Hêja Zerya jî hem dîroka têkoşîna femînîst vedibêje hem jî rewşa wê ya vê serdemê kurteber dike.

Nivîskar Fîlîz Koçalî jî li ser tundiya li jinê ku vê dema dawiyê zêde bûye bi sernavê "Mêr dibin mîna Erdogan, raperîn jî vediguhere rengê jinê" analîzê dike. Ronî Eylem jî têkildarî heman mijarê nivîsî ye.

Gulistan Îke jî bi sernavê "Êdî tarîfa dinyayê bi medya dijîtal pêkan e" li hejmara meha Tîrmehê nivîsî.

Rojnamevan Sûna Tûnç jî bal kişand ser rewşa aktîvîstên jin ên li girtîgehên Îranê girtî ne.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî li ser sedem û encamên polîtîkayên dijminatiya li jinan ên koalîsyona AKP-MHP'ê nivîsî.

Di hejmara 184'an de kampanya ji bo piştevaniya girtiyên siyasî bi nivîsa Besîme Konca bi berfirehî hatiye vegotin.

Li ser yek ji fermandarên YJA Star û HPG'ê Zîn Avesta (Hafîze Ozdemîr) ku di Sibata 2020'an de li Dersimê ji ber nexweşiyê şehîd bû, Newroz Cîzre bi sernavê "Navê te wê Zîn be" nivîseke bîranînê nivîsî.

Portreyên Raden Adjeng Kartînî ku li Endonezyayê pêşengî ji perwerdeya keçan û pêşveçûna mafên jinan kir û helbestvana Rojhilatî Jîla Huseynî jî di hejmara 184'an de hene.