Hejmara nû ya kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz hate weşandin

Hejmara Gulan-Hezîranê ya kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi sernavê "Li ser xeta fedaîtiyê em meşa serketinê qezenç bikin" hate weşandin.

Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi hejmara xwe ya nû, bi naverokeke dagirtî gihîşt ber destê xwendevanên xwe.

Di danasîna kovarê de bal hate kişandin ser erk û wezîfeyên jin ên ciwan ên li hemberî polîtîkayên şerê taybet.

Di beşa dosyayê de jî ji pênûsa Ronahî Serhed û Çîgdem Dogû bi sernavê "Vejîna Rêbertî" û "Şehîdên me yên Gulanê û asêbûna li serketina bi ruhê pêngavî" mîrateya berxwedanê ya şehîdên meha Gulanê û xwedîderketina jinên ciwan a li vê mîrateyê hate nirxandin.

Di beşa portreyê de qala berxwedana Avesta Herekol hate kirin.

Di beşa jinên berxwedêr de Besê Erzîncan ruhê fedaîtiyê di şexsê Zîlan de nirxand.

Kovar ji vê lînkê dikare bê peydakirin: