Hejmara nû ya Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket

Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi naverokeke nû, bi logo û dîzayneke nû hejmara mehên Çile/Sibatê gihand ber destê xwendevanan.

Komara Jinên Ciwan ên Welatparêz hejmara xwe ya nû bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo misogeriya azadiya jinê ye" weşand.

Kovarê di vê hejmarê de logo û dîzayna xwe jî guhert.

Di beşa perspektîfê ya kovarê de nirxandina "Pirsgirêka jinê çandeke destavêtinê ya 5 hezar salî ye" ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate kirin, hate weşandin.

Di beşa dosyayê de jî nivîsa "Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê" ya Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît hate weşandin.

Nivîsa bi sernavê "Em bi ruhê Sara, Rojbîn û Ronahî faşîzmê hilweşînin, jiyana azad ava bikin" ya Koordînasyona KJK'ê di hejmara nû ya kovarê de hate weşandin.

Di beşa portreyê de jî cih ji portreya Viyan Amed re hate dayin ku sala 2016'an di berxwedana Xwerêveberiyê de li Geverê şehîd bû.

Kovar di vê hejmarê de her wiha gelek nivîsên li ser bîranînên çalakiyan weşand.