Hejmara kuştina jinan di Rewşa Awarte de zêde bû

Sala 2016'an hejmara jinên ji aliyê mêran ve hatin kuştin, 328 bû. Ev hejmar sala 2017'an gihîşt 300'î. Piraniya jinên ji aliyê mêran ve hatin kuştin, di nava parastina dewletê de bûn. Ev hejmar di 2 salên Rewşa Awarte de zêde bû.

Li gorî bîlançoya ku Bîanetê ji nûçeyên çapemeniyê amade kir, di 11 mehan de herî kêm 237 jin ji ber şîdeta mêr mirin. Li gorî hejmara Platforma "Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin" (KCDP) ev hejmar 285 e. Tevî kuştinê, destdirêjî li gelek jinan hate kirin. Di nava vê hejmarê de, hejmara îstîsmara zarokan gelek e.

Li gorî rapora ji aliyê Platforma "Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin" hate amadekirin 238 jin di sala 2016'an de hatin kuştin. Ev yek jî nîşan dide ku li gorî salên bihurî zêde bûye. Li gorî daneyeke din, ev kuştin û şîdet di nava şert û mercên Rewşa Awarte de gihîştiye vê astê. Sala 2017'an jî tevî ku meha Kanûnê hê zelal nebûye, tê dîtin ku pêşî li kuştina jinan nehatiye girtin.

Gelek qanûnên mîna guhertina Qanûna Medenî, qebûlkirina Qanûna Miftîtiyê, guheritna Qanûna Parastina Jinê rê li ber nerazîbûnan vekir û şîdeta li dijî jinê zêdetir kir.

Jinên ku şîdet ji mêran dîtin, bi Rewşa Awarte re bûn hedefa dewletê jî. Di mehên dawî yên sala 2016'an de qeyûmên ku bi Rewşa Awarte re hatin tayinkirin gelek saziyên jinan ên şaredariyan girt. Hejmara saziyên di vê demê de hatin girtin 52 ye.

JIN JI BER ÇÎ Û JI ALIYÊ KÊ VE HATIN KUŞTIN?

300 jinên sala 2017'an hatin kuştin, ji ber sedemên dişibin yên salên bihurî hatin kuştin. Sedemên sereke jî ev in: Xwestin cihê bibin, daxwaza lihevkirinê red kir, sedemên aboriyê, dema pêşî li şîdeta li hinekan dihate kirin digirtin, ji ber ku dixwestin der barê jiyana xwe de bi xwe biryarê bide.

Jin bi giranî ji aliyê hevserê xwe, hevserê xwe yê berê, birayên xwe, zarokên xwe û xizmên xwe ve hatin kuştin.

Tişta herî balkêş a ku di vê mijarê de derket pêş jî, piraniya jinên hatin kuştin ji aliyê dewletê ve dihatin parastin.

HEJMARA JINÊN DI SALA 2017'AN DE HATIN KUŞTIN Û ŞÎDET LI WAN HATE KIRIN

ÇILE:
Li gorî hejmara Bîanetê: Mêran 29 jin kuştin, dest avêtin şeş jinan, dest dirêjî şeş jinan kirin, îstîsmara zayendî li 27 keçan kirin û şîdet li 23 jinan kirin.

Hejmarên KCDP: 37 jin hatin kuştin, îstîsmar li 34 zarokan hate kirin, pitikek ji ber îstîsmarê jiyana xwe ji dest da, li 14 jinan şîdeta zayendî hate kirin.

SIBAT:
Li gorî hejmara Bîanetê: 24 jin hatin kuştin, destavêtin li heft jinan, destdirêjî li 11 jinan û îstîsmara zayendî li 21 zarokên keç hatin kirin. 28 jin birîndar bûn.

Hejmarên KCDP: 30 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin, şîdeta zayendî li 19 jinan hate kirin, 14 zarok hatin îstîsmarkirin.

ADAR:
Bîanet: 29 jin û 3 zarok hatin kuştin. Destavêtin li pênc jinan hate kirin. 38 jin bi zorê weke karkera seksê hate xebitandin, destdirêjî li 12 jinan, îstîsmara zayendî li 68 jinan hate kirin. 39 jin birîndar bûn.

KCDP: 35 jin hatin kuştin, şîdeta zayendî li 14 jinan hate kirin. Herî kêm li 63 zarokan îstîsmara zayendî hate kirin.

NÎSAN:
Bîanet: 19 jin hatin kuştin, destavêtin li 10 jinan, destdirêjî li neh jinan, îstîsmara zayendî li 30 keçan hatin kirin. Şîdet li 16 jinan hate kirin.

KCDP: 30 jin hatin kuştin, îstîsmara zayendî li 33 jinan hate kirin. Êrîşa zayendî li 28 jinan hate kirin.

GULAN:
Bîanet: 29 jin, 3 keç hatin kuştin, destdirêjî li 10 jinan hate kirin, 26 jin weke karkera seksê bi zorê hate xebitandin, destdirêjiya zayendî li 10 jinan hate kirin, îstîsmara zayendî li 26 zarokan hate kirin, şîdet li 34 jinan hate kirin.

KCDP: 39 jin hatin kuştin, 38 zarok hatin îstîsmarkirin, şîdeta zayendî li 17 jinan hate kirin.

HEZÎRAN:
Bîanet: 18 jin û zarokeke keç û 2 mêrên hewl didan pêşî li şîdetê bigirin hatin kuştin. Herî kêm destavêtin li heft jinan hate kirin, destdirêjî li 51 jinan hate kirin. 20 keç bûn hedefa îstîsmara zayendî, 44 jin birîndar bûn.

KCDP: 35 ji hatin kuştin, 17 zarok hatin îstîsmarkirin, şîdeta zayendî li 47 jinan hate kirin.

TÎRMEH:
Bîanet: 20 jin, zarokeke keç, pitikek û pênc mêrên wê demê li cem jinan bûn an jî dixwestin pêşî li şîdetê bigirin hatin kuştin. Destavêtin li pênc jinan, destdirêjî li 25 jinan hate kirin. Îstîsmara zayendÎ li 23 keçan hate kirin, 53 jin birîndar bûn.

KCDP: 28 jin hatin kuştin, îstîsmara zayendî li 27 zarokan hate kirin, şîdeta zayendî li 23 jinan hate kirin, êrîş li rêbaza jiyanê ya 8 jinan hate kirin.

TEBAX:
Bîanet: 13 jin û pênc mêrên li cem hatin kuştin, destavêtin li heft jinan, hate kirin, 61 jin weke karkera seksê hate xebitandin, destdirêjî li 35 jinan hate kirin, îstîsmara zayendî li 21 keçan hate kirin, 41 jin û zarokên keç birîndar bûn.

KCDP: 27 jin hatin kuştin, 26 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin, şîdeta zayendî li 25 jinan hate kirin, êrîş li rêbaza jiyanê ya 4 jinan hate kirin.

ÎLON:
Bîanet: Di Îlonê de herî kêm 28 jin hatin kuştin, destavêtin li heft jinan hate kirin, destdirêjî li 29 jinan hate kirin, îstîsmara zayendî li 22 zarokên keç hate kirin, 28 jin birîndar bûn.

KCDP: 37 jin hatin kuştin, 33 zarok rastî îstîsmarê hatin, li 27 jinan şîdeta zayendî hate kirin.

COTMEH:
Bîanet: Herî kêm 31 jin hatin kuştin, destavêtin li 13 jinan hate kirin, destdirêjî li 17 jinan hate kirin, îstîsmara zayendî li 28 keçan hate kirin, şîdet li 32 jinan hate kirin.

KCDP: 40 jin hatin kuştin, îstîsmara zayendî li 32 jinan hate kirin, şîdeta zayendî li 25 jinan hate kirin.

MIJAR:
Bîanet: Herî kêm 15 jin û sê zarok hatin kuştin. Destavêtin li 9 jinan, destdirêjî li 16 jinan, îstîsmara zayendî li 58 keçan û şîdet li 35 jinan hate kirin.

KCDP: 27 jin hatin kuştin, îstîsmara zayendî li 29 zarokan hate kirin, 39 jin rastî şîdeta zayendî hatin.

SIBE: "Em di pêvajoyeke cidî de ne ku li dijî jinan guhertinên qanûnî tên kirin."