Hejmara 6’an a kovara Jineolojiyê derket

Hejmara 6’an a kovara zanist teoriyê ya Jineoloijyê gihaşte ber destê xwendevanan.

Kovarê cara pêşî 8’ê Adara 2016’an dest bi weşana xwe kir. Heta niha bi mijarên Krîza Zanistên Civakî û Jineolojî, Şoreşa Jinê û Jineolojî, Jineolojî; bi Xweparastinî; Lêgerînên Çareseriyê yên ji bo Krîza Rojhilata Navîn û herî dawî jî bi Nerîna li Sirûşta jinê gihaştiye ber destê xwendekarên xwe.

'DERBARÊ SIRÛŞTA JINÊ EM LI GELEK NÊZÎKATIYAN DINERIN'

Yek ji edîtora Jineolojiyê Hêvî Nîmet  Gatar têkildarî hijmara dawî got: "Di nava vê dosyayê de em li gelek nêzîkatiyên li ser Sirûşta Jinê dinerin. Nivîs bi mijarên ontolojîk, epîstemolojîk û sosyolojîk ên li ser sirûşta jinê ne. Emîlîa Roja- Heîde Gottner-Abendronth derbarê îdeolojiya patrîarkal nivîseke rexneyî nivîsîne, li ser desthilatdariyê û kodên wê yên cinsî ku mirov ji wan çawa xwe dibîne, avabûyina zanîna me çawa jê hîkar dibe, li ser teşebûyina civakên ne baviksalarî û lêkololandina ramana wê, fêhmkirina wê tespîtên girîng dikin."

Hêvî diyar kir ku her wiha Feryan Saygiligîl jî di nivîsa xwe bal kişandiye ser wê mijarê bê ka di dîroka hunerê de cara pêşî sirûşta jinê çawa hatiye nirxandin û di dîroka hunerê de li ser sirûşta jinê çi reng nêzîkatî hene û wiha domand: "Ji bilî vê dema ku em behsa sirûşta jinê dikin, ji xwe sirûşt ji ber ku xwe bi ekolojiyê pênase dike, bi nerîneke eko-femînîst Ecehan Blatan jî nivîsek li ser sirûşta jinê nivisiye."

Hêvî destnîşan kir ku di kovarê de wan cih dane xebatên 2 atolyayan jî û got: "Yek ji van dosyaya Dayiktiyê ye ku  Şûbeya Egîtim Senê ya Amedê amade kiriye û ya dî jî sirûşta jinê ya li ser Beden- Estetîka Beden-Polîtîkaya Beden ku xwendekarên Zanîngeha  Dicleyê amade kirine. Ev du mijarên dosyayê bûne du nivîsên xwe ku hem nîşan didin bê ka em atolyayan çawa pêk tînin û li atolyeyê çawa dixebitin. Ji bo vê jî mijarên dosyayê hem li ser sirûşta jinê ne û jî nêzîkatiyên li ser sirûşta jinê vedibêjin û analîz dikin. Bi hêviya ku xwendekar bi kêfxweşî bixwînin."