Hejmara 4’an a Kovara Jinê derket

Kovara Jinê, ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tê weşandin, hejmara xwe ya 4'an bi sernavê "Ji dijminê jinê, ji tifaqa mêran re deng tune" çap kir.

Hejmara 4'an a kovara Jin a heftane bi sernavê "Ji dijminê jinê tifaqa mêran re deng tune” derket. Di vê hejmara kovarê de, di hevpeyvîna Neslî Şahiner a bi navê "Civak ji bo rêveberiya jinan amade ye" de, ji EŞÎK'ê Hulya Gulbahar behsa polîtîkayên hilweşîner ên desthilatdariyê, tifaqa mêran û daxwazên jinan dike.

Wergera Rojîn Mukriyan a bi sernavê “Newroza Kurdî: Vejîn, jiyan, azadî û nû bûn” de wiha tê gotin: “Îsal piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê, agirê Newrozê ji nû ve hate vejandin” û hat destnîşankirin, ku ji bo Kurdan Newroz firsendek e ku têkoşîna xwe ya siyasî ya li dijî dîkatoriya dewleta otorîter û baviksalar a Îranê ji nû ve geş bikin. 

Her wiha di kovarê de nivîsên bi sernavên "Jineolojî wek redkirina formên zanînê yên berovajkirinê" ya Ceylan Çagir, "Ji êşê ber bi hêviyê…” ya Evîndar Dulek û " Çirûska serketinê pê ket” ya Şevîn Murat hatin weşandin.