ANALÎZ

Hefteya qehremaniyê û mizgîniya gerîla

Gelê Kurdistanê, Rêber Apo û PKK wek goşt û hestî tev bi hev re ne. Tu hêzek nikare wan ji hev cuda bike. Ev yek jî wisa dike ku planên dagirkeran û nokerên wan têk biçin.

HEFTEYA QEHREMANIYÊ

Ev nêzîkî mehekê ye gelê Kurd û dostên wî li Kurdistanê û li derveyî welêt Newrozê pîroz dikin. Meha adarê wek meheke tijî bûyer û karesatên dîrokî wisa kiriye ku ji bo gelê Kurd bibe meheke pir bi wate û hest û menewiyet. Em bi raperîna başûrê Kurdistanê destpêka adarê pêşwazî dikin û di heman demê de bi 8’ê Adarê coş û kelecana jinên azadîxwaz û kedkar digihîje lûtkeyê. Li gel komkujiya Qamişloyê di 12’ê adarê de û kîmyabarana Helebçeyê di 16’ê adarê de hesta tolhildanê ya gelê Kurd bêsînor dibe. Êdî civaka Kurdistanê bi vê hest û ruh û coşa tolhildanê ber bi Newrozê diçe.

Ji ber wê dagirkerî û zordestiyê ku bi dirêjahiya salan e li ser Kurdistanê dihat meşandin, Newroz, cejn û şadiyên neteweyî ber bi lawazbûnê diçûn. Helbestkar Pîremêrd û dengê Hesen Zîrek ê zelal jî coş daye Newrozê û wek rojeke neteweyî û çandî Newroz zindî kirine. Hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê di salên pêncî û şêst û heftêyan de nekarîn ji Pîremêrd û Hesen Zîrek zêdetir wateyekê li Newrozê bar bikin û naveroka wê tijî bikin. Lewma jî piştî raperîna li Başûr, roja Newrozê di yek rojê de hate asêkirin, ew jî roja seyran û xwarin û vexwarinê bû.

Destpêkirina Rêber Apo bi têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê di roja Newroza 1973’yan de li ber Bendava Çûbûkê ya Enqereyê, roja Newrozê bû xwedî wateyeke nû. Lewma em dibînin ku hemû kampanya û çalakiyên Rêber Apo dikevin roja Newrozê. Peyama dawî ya dîrokî ya ji bo aştî û çareseriya demokratîk di Newroza 2013’an de bû. Ji hemûyan baştir heval Mazlûm Dogan wateya Newrozê fam kiriye. Lewra jî bi dirûşmeya ‘berxwedan jiyan e, teslimiyet mirin e’ çalakiya xwe ya dîrokî xistiye roja Newroza 1982’yan li goşeyeke zîndana Amedê. Bi vê çalakiyê serdemeke nû di têkoşîna gelê Kurdistanê de destpê kir. Êdî çalakiya Mazlûm Dogan diselmand ku dewleta Tirk a dagirker wek mezintirîn dijmin û dagirkera Kurdistanê nikare bi zîndanîkirina şoreşgeran agirê şoreşê vekuje. Roja Newrozê jî ku cejneke Kurdan a dêrîn e û bi agir tê pîrozkirin, Mazlûm Dogan di vê rojê de çalakiya xwe pêk anî. Ji ber vê yekê piştre Zekiya Alkan û Rehşan Demîrel û Ronahî û Bêrîvanê jî heman kevneşopî şopand. Êdî bi çalakiya Mazlûm Dogan Newroz ji rojeke çandî û folklorî zêdetir wateyeke siyasî û neteweyî lê hate barkirin. Êdî gelê Kurdistanê li gel lixwekirina cil û bergên neteweyî û stran û govenda xwe, di heman demê de peyamên xwe yên siyasî û neteweyî jî di vê rojê de pêşkêş dike.

Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê hemû ew qeyd û bend şikandin ku dagirkeran danîbûn. Di pêngaveke dîrokî de di 15’ê Tebaxa 1984’an de ji bo bidestxistina maf û azadiyên xwe dest bi şerê çekdarî kir. Ew gelê ku dewleta Tirk a dagirker digot ku min ew xistiye nav gorekê, careke din zindî bû. Wî gelî bi pêşengiya heval Egîd (Mahsûm Korkmaz) dest bi şerê çekdarî kiribû û navê xwe danîbû Hêzên Rizgariya Kurdistanê. Li gel pêşketina şerê çekdarî êdî Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê têkoşîna gerîla pêşve bir. Ji ber ku hêza gerîla ne tenê wek hêzeke milîsî bû, her wiha artêşeke şoreşger a gerîla bû. Lewma jî diviya li gorî wê bihata binavkirin.

Mixabin di pevçûnekê de li berbanga 28’ê Adara 1986’an heval Egîd Fermandarê Giştî yê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) li herêma Botan li Çiyayê Gabarê şehîd bû. Tevî ku ji bo şoreşa Kurdistanê û hêza gerîla windahiyeke mezin bû, ji hêleke din ve jî ruhê tolhildanê û agirê têkoşînê bihêztir dikir. Piştî şehîdbûna heval Egîd, êdî tu hêzekê nedikarî gelê Kurd û hêzên wî yên şoreşger ên bi rêberiya PKK’ê ji şer û têkoşînê sar bike.

Çalakî û pêngavên şoreşgerî her çend karîger û dîrokî bin jî, lê belê ji bo ku wateya wan berdewam be û demkî nemînin, pêwîst e naveroka wan zêdetir bê tijîkirin û bibîne sembolên têkoşînê. Çalakiya şoreşgerane ya heval Mazlûm di zîndana Amedê de û roja şehîdbûna heval Egîd bi rasthatin be jî di navbera wan de hefteyek heye, lewma Rêber Apo dawiya meha adarê wek ‘Hefteya Qehremaniyê’ bi nav kir.

Piştî 42 salan ji çalakiya heval Mazlûm û 38 sal ji şehîdbûna Serfermandarê ARGK’ê heval Egîd, îsal agirê Newrozê ji her salê geştir û girseyîtir bû. Bi heman awayî mizgîniya gerîla ya îsal ji her salekê watedartir û afirînertir bû. Bi dehan mîlyonan Kurd li Kurdistanê û li derveyî welêt bi hevkariya dostên xwe Newroz pîroz kirin. Mizgîniya gerîla ya bidestxistina çekên xistina balafirên bêmirov û xistina 15 heb balafirên bêmirov di nav salekê de, ruhê tolhildan û berxwedana Newrozê bihêztir kir. Wek çawa heval Egîd û çalakiya şehîd Mazlûm Newroz watedar kir, bi heman awayî îsal Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Gel bi vê mizgîniya xwe asta Newrozê gihande lûtkeyê.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê xwe amade dike da ku piştî hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê operasyoneke dagirkeriyê li başûr û rojavayê Kurdistanê pêk bîne. Ji bo vê yekê jî hewl dide dewleta Iraqê û YNK’ê razî bike. Bi gotineke din rejîma Tirkiyeya dagirker her tiştî dike da ku tevgera azadiya Kurdistanê di qada siyasî û leşkerî de bê bandor bike. Rejîma AKP-MHP’ê her cure sextekarî û fênan dike da ku gelê Kurd di hilbijartinan de şaredariyeke mezin bi dest nexe. Ji bo vê yekê jî bi Hîzbulkontra û PDK’ê re peyman çêkiriye da ku dengên Kurdên misilman û Kurdên klasîk ber bi xwe bikişînin. Di heman demê de şerekî derûnî dimeşînin ku qaşo bi dewleta Iraqê re li hev kirine û bi hev re li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê dê li ser sînor operasyonekê bimeşînin.

Ew asta ku têkoşîna azadiya Kurdistanê gihîştiye, ji wê astê derketiye ku bikarin ji nav bibin. Dibe ku bikarin heta cihekî rê li ber serkeftinên wê bigirin, lê belê ew jî demkî ye. Çinku wekî ku di Newrozê de derket bi milyonan kesan bi hev re pabendbûna xwe ji bo Rêber Apo û pêşengiya PKK’ê nîşan da. Ango gelê Kurdistanê û Rêber Apo û PKK wek goşt û hestî tev bi hev re ne. Tu hêzek nikare wan ji hev cuda bike. Ev yek jî wisa dike ku planên dagirkeran û nokerên wan têk biçin û gelê Kurdistanê û hêzên wî yên azadîxwaz mizgîniya azadiya fizîkî ya Rêber Apo û serkeftina yekcarî ya Kurdistanê ragihînin.