HDP: Bi kûçik û heqaretên cinsî êşkence hate kirin

HDP’ê diyar kir ku bi kûçikan êşkence li Rojbîn Çetîn hatiye kirin û çavê wê hatiye girêdan.

Endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn di derbarê dozekê dihat darizandin duh polîsan bi ser mala wê de girtin û ew destgîr kirin. Hat zanîn ku polîsan di kêliya lêgerîna li mala Çetîn de îşkence lê kir û her wiha bi kuçikan jî îşkence lê kirin. Têkildarî îşkenceya li Çetîn hat kirin, Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran daxuyanî dan çapemeniyê.

Her wiha hat zanîn ku di kêliya lêgerîna li mala Sevîl Rojbîn Çetîn de polîsan ew bi van gotinan tehdît kir: “Mala te li qata pêncan bûya me yê te biavêta xwarê.”

Daniş Beştaş diyar kir Rojbîn di şert û mercên awarte de hatiye destgîrkirin û got: “Mala Rojbînê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Hemû cîranên Rojbînê ji aliyê polîsên TEM’ê ve hatine tehdîtkirin. Polîsan dema Rojbîn di malê xwe de tenê bûye, pêşî du heb kuçik şandine mal û polîsan kuçikan wekî amûrê îşkenceyê bi kar anîne. Polîsan li gel kuçikan di hundirê malê de sê saet û nîv îşkence li Rojbîne kirine. Her wiha duh 26’ê Hezîran roja piştevaniya li dijî îşkenceyê bû ku Rojbîn bi îşkenceyê re rûbirû maye."

Beştaş di axaftina xwe de wêneyên Çetîn nîşan da û da zanîn ku polîsan kulm li çavê wê çepê daye û got: "Di ranê wê de şûna diranên kuçikan heye. Li ser pişta wê jî şûna pêlavan heye. Li her cihê laşê wê şopên îşkenceyê heye. Li gel îşkenceya fîzîkî îşkenceya derûnî lê kirine. Çavên wê giredane û gef lê xwarine."

Beştaş bang li rayedaran kir ku bila têkildarî vê mijarê demildest daxuyaniyek bidin û wiha got: "Her ku kî vê îşkenceyê kiribe divê demildest derkeve holê û ji peywîrê bên dûrxistin. Ger ku rayedaran vê îşkenceyê nedabin kirin wê demê bila derkevin û daxuyaniyek bidin. Hevala me niha li emniyete destgîrkirî ye û li gel kesên ku îşkence lê kirine re dimîne. Hikûmeta AKP’ê her ku diçe asta îşkenceya xwe derdixe astek bilind û kiriye wek rêbazê konseptek nû. Desthîlatdariya ku îşkenceyê dike mehkûmê hilweşandinê ye. Em van îşkenceyan ji darbeya 12’ê Îlonê dizanin.”

Piştî Beştaş, Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê di rêya Esad Oktay de dimeşe û wiha got: “Ev êrîş li hemberê têkoşîn û vîna jinê ye. Ne tenê jinên Kurd tên hedef girtin her wiha têkoşîna jinê ya kolektîf hedef tê girtin. Bi wî awayî êrîşan dikin. Îşkence nayê qebûlkirin, sûcekî mirovahiyê ye. Desthîlatdar jî nikare li ser vê îşkenceyê bigire. Ger ku desthîlatdar li hemberê vê îşkenceyê bêdeng bimîne wê demê tê wateya ku piştgiriyê dide vê îşkenceyê. Desthilatdariyek wiha divê îstifa bike. Di serdema 12'ê Îlonê de li vîna jinan Gultan Kişanak îşkence bi kuçikan hatibû kirin. Niha jî îşkence li hevala me Rojbîn kirin. Îşkencekaran wêneyê nîv tazî yê hevala me girtine. Çavê hevala me girtî ne. Lê belê wê dengê girtina wêneyan bihîstiye. Em dipirsin; hûn ê van wêneyan bi çi armancê bi kar bînin gelo? Bila rayedar hesabê vê yekê bidin. Ji ber ku polîsên AKP'ê bi van êrişan tê xelatkirin vê îşkenceyê dikin. Em dubare dibêjin ku hevala me ya Rojbîn ne bi tenê ye. Em ê li dijî îşkence û dijminantiya jinan têkoşîna xwe bidomînin."