HDK-Fransayê ji bo azadiya Yuksekdag çalakî lidar xist

Jinên endamên HDK-Fransayê, ji bo azadiya Fîgen Yuksekdag çalakî lidar xistin.

Hewldana Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan li Fransayê (HDK-Fransa), ji Tûr Eyfelê, ku nîşaneya Parîsê ye, silav ji Fîgen Yuksekdag û wekîlên jin ên girtî re şandin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Me hilbijart, em diparêzin" hate vekirin û gelek belavok hatin belavkirin.

Jinan çalakiya xwe li metroyê dewam kirin û li vir jî belavok belav kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku wê roja 12ê Tîrmehê çalakiyeke girseyî bê lidarxistin.