Handan Çaglayan: Divê jin di navenda pêvajoya aştiyê de cih bigirin

Handan Çaglayan: Divê jin di navenda pêvajoya aştiyê de cih bigirin

Li ser hevpeyvîna ku mijara wê “Di têkoşîna aştiyê de jin” ku ji aliyê Platforma Jinên Îzmîrê ve hat li darxistin Lêkolîner û Nivîskaar Handan Çaglanyan axivî û diyar kir ku divê jin di navenda pêvajoya aştiyê de cih bigrin û li hemberî pergala desthilatdar a zilam ku şer pêş dixe, divê jin zimanê aştiyê pêş bixe.  

Li Lokala 78’an a Egeyê Platforma Jinên Îzmîrê hevpeyvîna ku mijara wê “Di têkoşîna aştiyê de jin” li darxist. Weke axaftinvan Lêkolîner û Nivîskar Handan Çaglayan û ji derdorên siyasî yên cuda gelek jin tevli bû.

Di pêşkêşvaniya Çaglanyan de hat destnîşankirin ku di pêvajoya şerê 40 salî de, zimanê şer di nava her kesî de belavbûnek daye avakirin û wiha hat gotin: “Di pêvajoya dîrokî de cara yekê zilaman li hemberî jinan şer daye destpêkirin. Ji ber vê mexduriyeta jinan bi hezaran salane bandora ji hilweşandinan digere.”

Çaglayan diyar kir ku di pêvajoya aştiyê de divê jin aliyê wê net be û wiha axivî: “Pêvajo çi dibe bila bibe, ger çek bên bêdeng kirin jî giringiya xwe pir mezin e. Lê em jin divê bi rengekê aktîf tev li vê pêvajoyê bibin. Ji bo vê divê em xwe bi rêxistin bikin û zimanê aştiyê pêşbixin. Şer ji matiqê zilam pêş dikeve. Ne di dîrokê de, ne jî di demên cuda de tu carî jinan cihê xwe li gel kesên ku şer dixwazin cih negirtine.”

Çaglayan anî ziman ku nêzîkatiya ji derve de pêvajoya aştiyê rexnekirin ger hebe dê bi jinan bi de winda kirin û wiha bi lêv kir: “Ger em bi rengekê aktîf tev li vê pêvajoyê nebin û em bêjin çima me nagirin nava pêvajoyê, wê demê ez ê bêjim ji mere derbas bûyebe. Di vê pêvajoyê de em nikarin li bendê bin ku  kesek banî me bike. Berevajî vê divê em ji dervey zilaman xwe bi rêxistin bikin û em vê pêvajoyê bigihînin asteke mezin.”    

Piştî pêşkêşvaniya Çaglayan jinên ku mafê axatinê girtin nêrînên xwe derbarê pêvajoyê de anîn ziman.