Girtiyên jin ên Îranê daxuyaniyeke hevpar dan

6 girtiyên jin ên ji girtîgehên Îranê hatin berdan, daxwaza serbest berdana hemû girtiyên siyasî, bi taybetî yên jin kirin.

6 girtiyên jin ên ji girtîgehên Îranê hatin berdan, daxuyaniyeke hevpar a nivîskî weşandin. Li gorî nûçeya NuJINHA'yê, jinan diyar kirin ku tenê azadî têrê nake û diyar kirin ku heta hemû girtî azad bibin ew ê têbikoşin.

Daxuyaniya girtiyên ku serbest hatin berdan Nada Nacî, Amîna Zamanî, Sibîde Salarond, Leyla Mensûr, Nazîla Merûbîan û Saba Çardost wiha ye: "Cezayê demdirêj ê girtîgehê gefê li jiyana girtiyên nexweş ên weke Samana Asgarî, Elaha Mohammadî û Nîlufer Hamîdî dixwe. Dîsa Sarûnaz Ehmedî 6 sal piştî serbestberdana wê hate cezakirin. Me lêborîn nexwest. Em ji destpêkê ve bêsûc bûn. Ji ber vê yekê piştî ku biryar hat dayîn em hatin berdan, lê belê weke ku dihate xwestin me nekarî azadiya xwe bi dest bixin. Azadiya rastîn tenê dema ku hemû girtî serbest werin berdan dikare pêk were. Hemû girtiyan serbest berdin."