Girtiyan bang li jinan kirin: Em li dora berxwedanê bibin yek

Li Amedê bi hezaran kes di mîtînga 8'ê Adarê de li hev kom bûn. Girtiyan peyamek ji jinan re şandin û gotin, "Em li dora berxwedanê bibin yek û di serketinê de bigihêjin hev."

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi şiyara "Em berxwedanê bi rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve bimeşin" dest bi 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê kirin.

Qada ku bi hezaran jin lê kom bûn bi alên kesk, sor, zer, mor û spî hate xemilandin. Di mîtîngê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Serî nayê tewandin, berxwedan heye", "Bê Serok jiyan nabe", "Bêdeng nemîne, biqîre, jin hene", "Em ê jiyana bêyî jinan bi serê we ve birûxînin" hatin qîrîn. Li ber tilîlî û stranan govend hate gerandin. Jinên ku bi kincên neteweyî ketin qada mîtîngê bi yek dengî dirûşm qîriyan.

Aktîvîstên TJA'yê, Komeleya Jinan a Rosa, MED-DER, Komeleya Pîr Sûltan Abdal, rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan, parlamenterên HDP'ê Semra Guzel, Remziye Tosûn, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn bûldan, Nûnera TJA'yê Ayşe Gokkan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, DAKAP, ESP, SKM; OGK, Meclîsa Jinan a Ciwan a HDP'ê, Rêxistinên Civakî yên Sivîl, MED-TUHAD-FED, Başak Demîrtaş, Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Hulya Alokymen, rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û bi hezaran jin tevlî mîtîngê bûn.

'EM DEST BIDIN HEV Û BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN'

Bi navê Komîteya Amadekar Adalet Kaya destpêkê axivî û got, "Li dijî şer û mêtingeriyê em dengê xwe bilind dikin û dadikevin qadan. Hêza herî mezin wê ji aliyê jinan ve bê afirandin."

Ji Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî Dûysal Karataş piştre axivî û gotina Cegerxwîn bibîr xist ku gotibû "Em nebin yek em ê herin yek bi yek" û destnîşan kir ku jin li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. Karataş got "Sazî, partî û saziyên civakî yên sivîl hemû ji bo jinan qada berxwedanê ye." Karataş destnîşan kir ku jin wê rêxistinbûn û berxwedana xwe mezin bikin û got, "Werin em dest bidin hev û yekîtiya Kurd ava bikin."

NAMEYA GIRTIYAN

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel piştre nameya girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê xwend.

Nameya girtiyan wiha ye:

"Em dibînin ku her roj çiqasî zorê li faşîzmê dikin û xwe nêzî serketinê dikin. Di vê dema dîrokî de jinên ku li nva kaosa Rojhilata Navîn li dijî faşîzmê bi rola pêşengiyê radibin û şer dikin, şîr didin şoreşê. Şoreş di bedena jinê de roj bi roj mezin dibe. Di dawiya şoreşan de aramiya herî pîroz dibe ya berxwedêran. Jin, bi taybetî jî jinên Kurd di vê qonaxa krîtî de em bi însiyatîf tevdigerin.

'EM LI DORA BERXWEDANÊ BIBIN YEK'

Em pê bawer in ku bi jinan wê civakeke azadîparêziya zayendî, demokratîk û ekolojîk bê avakirin. Me hêza xwe ji zanyarê Amarayî (Abdullah Ocalan) wergirt ku şoreşa jinê weke şoreşa gelan dibîne û ji şoreşa me re dibêje şoreş kulîlkê. Em serbilind in pê re li heman warî ne û dibêjin, her der Îmrali ye, her der berxwedan e. Em bang li gelê xwe yê berxwedêr, bi rûmet dikin ku ku li dora berxwedanê bibin yek û di serketinê de bigihêjin hev."