Gerîlayên YJA Starê: Zîlan ji bo me dibe bingeha têkoşînê

Gerîlayên YJA Starê bi boneya salvegera şehadeta heval Zîlan hestên xwe anîn li ser ziman û gotin ‘‘Zîlan bingehê têkoşîna me ye û îro di çeperan de li ser xeta Zîlanan bi hezaran gerîla dimeşin.’’

Gerîlayên YJA Starê bi boneya salvegera şehadeta heval Zîlan hestên xwe anîn li ser ziman.

RAPERÎN ZINAR

30’ê Hezîranê Heval Zîlan bi çalakiyekî rabû. Ew çalakî jî li ser esasê ku yên ku zirarê bidin xeta me, bê hesab namînin. Li Şamê, li hember Rêbertî êrîşeke bi teqemenî çêbû. Heval Zîlan jî li hemberê wî di nav leşkerên Tirk de çalakiyeke fedayî li darxist. Heval Zîlan ji bo me bûye xetek. Heval Zîlan ji bo me pir tişt îfade dike. Xeta jina azad îfade dike. Heval Zîlan got yê ku xeta me ya sor derbas bike wê cezayê wan jî ev be. Heval Zîlan bûye xwedawendek, bûye pêşengek ji bo me. Yê ku ji Rêbertî fêm kir, ji ber hevalek ewqas kevin jî nîn bû, hevalek nû bû lê belê yê ku wisa Rêbertî  fêm kir û rast pêk anî heval Zîlan bû. Ji ber wê jî Rêbertî ji bo Heval Zîlan dibêje fermandara min e. Bi rastî Heval Zîlan ji bo me xeta fedayîtiyê temsîl dike. Ji bo wê jî her 30’ê Hezîranê em heval Zîlan bi bîr tînin.  Çalakiya ku kiriye çalakiyeke mezin e, encax tabûrek karibe çalakiyeke wisa bike. Rêbertî jî dibêje encex tabûrek bikaribe pêk bîne. Lê Heval Zîlan bi tena serê xwe pêk anî.  Rêbertî pergal û dîsîplîna wê jî tîne ziman. Heval Zîlan ji bo me xeta fedayîtiyê û jina azad temsîl dike. Piştî çalakiya heval Zîlan bi hezaran şopdarên heval Zîlan çêbûne. Piştî çalakiya heval Zîlan hinek hişmendiyên li hember jinê jî hatin şikandin. Niha jî bi hezaran jin li ser şopa heval Zîlan dimeşin. Ji ber heval Zîlan xetek çêkir û nîşanî her kesî da, jin ewqasî xwedî cesaret û hêz e. Ji ber wê jî bi hezaran jin li ser şopa heval Zîlan dimeşin û şopdarên wê ne.

ARÎN MERWAN

Îro salvegera heval Zîlan e. Di serî de heval Zîlan, heval Hilmet û hemû hevalên şehîd em wan bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Bi rastî jî heval Zîlan ji bona me xetek daye dîyarkirin ku em niha li ser vê xetê dimeşin. Di şexsê heval Zîlan de me pir tişt ji xwe re mînak girtin. Pir hevalên ku li gel wê mane her tim ji me re behsa wê dikirin. Hevalekî di sekna xwe de, hevaltîya xwe de , tevlîbûna xwe yê nava kar de , dema wisa ji me re behs dikirin rastî jî me her meraq dikir ku em pê re bijîn. Rastî jî heval Zîlan ev xet da pêşiya xwe ku bi karibe li ser vê xetê ronahîyekê bide avakirin. Ji ber ku ev çalakiya fedayî nehişt ku dijmin nêzî hem Rêbertî bibe hem jî nehişt ku dijmin li ser gelê Kurd qetlîamê bike. Ya rastî jî heval Zîlan dema mirov jîyana wê yan jî mirov dema notê wê dixwîne mirov ji xwe re tiştên wê mînak digre. Ji bo ku li hemberî Rêbertî komplo neyê kirin ev çalakî kir. Li kêleka vê li hember êşkence û zilma ku li ser gelê Kurd dihat meşandin çalakîya fedayî kir. Bi tevlîbûna xwe bi vî taktîka xwe ku dema çalakî kir jî hişt ku li dinyayê ew qasî nav û deng bibe. Hişt ku dijmin bitirse. Ji ber ku dema ev çalakî kir jî di dinyayê de çalakiya wê bi awayekî pir zêde bi nav û deng bû û li hemberî vê jî tirs û xofek kete nava dijmin de. Ji bo vê jî em ji xwe re vê esas digirin. Tevlîbûna wê, hevaltîya wê di nava jîyanê de em mêze dikin û dema mirov di nava jîyana xwe de mêze dike, bi sedan Zîlanan tevlî me dibin û bi sedan jî li ser şopa wê dimeşin. Ji ber vê ev ji bo me girîng e. Yanî heval Zîlan bi rastî jî ji bo me sembolek e. Ev roj ji bo me rojeke pîroz e, ji bo me rojeke watedar e. Ji bo vê jî mirov çiqasî behsa wê jî bike ew qas mirov  xwe nû dike û mirov xwe ser vê xetê xurttir dike. Dema ku heval Zîlan ew çalakiya xwe kir wê demê di nava me de îxanet û tasfîyekar hebûn. Yek sedema çalakiya heval Zîlan jî li hember wan îxanet û tasfiyekaran bibe bersiv bû. Ew qederekê bandor kir ku îxanet û tasfiye di nava me de biqede. Hişt ku jiyaneke nû ava bibe. Ji bo vê jî niha em li ser şopa wê dimeşin. Mirov dikare Heval Zîlan çiqasî îfade bike ji bo me jîyaneke nû tê avakirin û niha jî em li ser vê esasî li jîyanê mêze dikin. Di rêya heval Zîlan de bi sedan heval ew rê ji xwe re esas girtine û li ser vê rêyê jî çûne. Ji bo vê jî em bi saya heval Zîlan niha li ser xwe ne. Rêber Apo jî hertim mînaka wê dide û dibêje ew fermandara min e û manîfestoya me ya jiyanê ye. Ji ber vê em heval Zîlan mînak digirin û xeta wê ji xwe re esas digrin. 

AVJÎN ÇIYA

Îro salvegara şehadeta heval Zîlan e. Ez hem dixwazim wê bîr bînim hem jî hestên xwe li hember wê bînim ser ziman. Heval Zîlan di dîroka me de wekî sembolekê ye. Ji ber ku hem li hember tasfiyekarîyê hem jî li hember komployê çalakiyeke pir bi wate li dar xist. Heval Zîlan hem di jiyana xwe de hem jî di çalakiya xwe de fedayî bû. Yanî mirov dikare bibêje di her milî de fedaî bû. Belkî me yekser heval Zîlan nedît em pê re nejiyan. Lê hevalên ku ew dîtine û pê re jiyane, ji me re qal kirine. Dema ku behsa wê dikirin hestek pir cuda dikete hundirê me. Jiyîana heval Zîlan jiyîna azadî û heqîqetê ye. Ji ber ku ew sembola azadî û heqîqetê ye. Çawa ku çûkeke di hundirê mirov de bask dibe û difire dema ku navê heval Zîlan tê bîra min ez bi xwe jî wekî ku bask dibim û difirim. Ji ber ku ez bi xwe dixwazim çalakî û jiyana wê ji xwe re mînak bigirim û bibim şopdarê wê. Armanca min ya yekem ev e ku di vê rêya heqîqetê de di fikr û felsefa Rêber Apo de, li ser xeta Zîlan de bim. Heval Zîlan di milê fîzîkî de jî di nava rêxistinê ditengijî. Lê dema mirov îradeya wê mêze dike nêrandina wê ya jiyanê mêze dike xwezayî mirov pê bandor dibe. Di wan çiyan de îradeyek wisa dane avakirin û taybet hezkirira wê ya li hember Rêber Apo di mirov de heyecanek zêde dide avakirin. Heval Zîlan di her milî de azad bû kêlî bi kêlî azadî dijiya. Her tim di rêya heqîqetê de bû. Mirovek di jiyanê de fedayî be di ruh û mêjî de jî fedayî ye û ruh mêjî de jî azadî û heqîqetê dijî.  Armanca me hemûyan jî bûyîna şopdara heval Zîlan e. Ji ber ku heval Zîlan hevaltiyek wisa da me ku hişt em li serê wan çiyan azad jiyan bikin. Hişt ku em zêdetir di rêya heqîqetê de bin û bimeşin ber bi hedefa xwe ve. Niha jî ewqasî êrîş û operasyon hene li hember van ruhê Zîlanan, ruhê Berîtanan zêdetir zindî dibe. Her roj fedayiyên me xwe zêdetir didin pêş. Ew tenê bersivdayîneke herî mezin e. Di nava jiyana me de her tim mînaka me Zîlan e. Em ê çawa bibin Zîlan em ê çawa bibin şopdarê wê yan jî emê hezkirina wê emê çawa bidin jiyîn ew pir girîng e. Ev hem di nav me de hem jî di nava gel de girîng e. Niha em  mêze bikin bi hezaran zarok navê xwe dikin Zîlan. Di nava me de bi hezaran navê wan Zîlan e. Armanc tenê bûyîna Zîlan e. Heval Zîlan di nameya xwe de dibêje ez jiyan û mirovan pir hez dikim ji bo vê jî ez vê çalakiyê dikim. Ew tiştekî pir girîng e mirove ku ji jiyanê hez bike û li hemberê wê çalakiyek ewqas mezin bike. Dema ku dibêjin heval Zîlan heqîqet û eşq tê bîra min. Ji ber ku eşqa li hember rêxistinê, eşqa li hember Rêbertî û eşqa li hember van çiyan zêdetir dibe. Dihêle ku em gavê xwe zêdetir xurt bavêjin. Heval Zîlan jî wê eşqê di nava me de dide avakirin. Belkî niha bi hezaran helbest ji bo heval Zîlan têne nivîsandin. Ji ber ku hestên pir zêde li hember heval Zîlan tên jiyîn. Ruxmê ku min nedîtiye jî dema behsa wê tê kirin hestên pir cuda di min de çêdibin. Wekî ku em pê re mane. Zîlan ji ber ku semboleke azadiyê ye, semboleke heqîqetê ye. PKK jî tiştekî wisa ye ku bi hezaran Zîlan dide avakirin, bi hezaran şopdarên Zîlanan dide avakirin. Ew jî kûrbûyîna îdeolojiya Rêbertî ye.

ARÎN MÎLAD

Ez destpêkê bi minasebeta salvegera şehadeta fermandara mezin Heval Zîlan hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Rêber Apo ji bo Zîlan dibêje ew fermandara min e û em di bin fermana wê de ne. Heval Zîlan xwe gihande lûtkeyeke herî bilind ya jiyanê. Ji ber ji jiyan û mirovan pir hez dikir, çalakiya canbexşane kir. Di nava jiyanê de yê ku Rêber Apo fêhm kir û pêk anî yek jî heval Zîlan bû. Bi çalakiya xwe da diyarkirin ku çiqas di rêxistinê de xwe kûr kiriye. Ew berhema Rêber Apo ku vîneke azad di mirovan de da avakirin şexsên weke Zîlan, Egîd û Bêrîtanan ava kir.  Ev vîna ku Rêber Apo diyarî mirovên ku tevlê vê rêxistinê bûne kiriye hişt ku têkoşîn heya vê astê were. Bingehê avakirina artêşbûna jin heval Zîlan û heval Bêrîtan in. Yên ku niha li çepera li ser îrada ku hatî avakirin li ber xwe didin, ev bingehê xwe ji heval Zîlan û fedayîbûna wan hevalan digire. Bingehê me hemûyan li ser berdewamkirina têkoşîna heval Zîlan e. Ji bo me rûmeteke herî mezin e ku mirov bikare di xeta wan hevalan de têbikoşe û şerê xwe bide meşandin. Heval Zîlan ruxmê ku şervaneke nû bû jî her tiştê xwe kire aîdî rêxistinê. Ji bo wê jî gihişte lûtkeyên herî mezin. Wan hevalan mezin jiyan kirin ji bo vê jî mezin ketin dîrokê. Em ji bo ku têkoşîna xwe bidin meşandin wan hevalan ji xwe re pîvan digrin. Bingehê ku heval Zîlan di xwe de dane avakirin berhema Rêber Apo ye. Rêber Apo vîna ku di mirovan de dayî avakirin li ser vê ya ku herî rast pêk anî heval Zîlan bû. Heval Zîlan bingehê rêxistinê pir mezin û bi wate jiyan kir. Heval Zîlan di jiyan û şerê xwe de fedaî bû. Niha di xeta Zîlanan de bi hezaran hevalên me di çeperan de li ber xwe didin. Yê ku wî şerî dide meşandin û mezin kirin vîna heval Zîlan, Bêrîtan û Egîdan e. Bingehê ku wan hevalan dane avakirin dihêle ku ew cewherê fedayî derkeve holê. Em heya roja îro bi berdelên pir giran hatine û yê ku dihêle em li ser lingê xwe bimînin jî keda wan hevalan e. Ew ji bo me dibin moral.”

HAVÎN ARJÎN

Mirov behsa zayînekê bike ew jî zayîna çalakiya Heval Zîlan e. Di pêvajoyeke wisa de ronahî û şewqeke mezin veda. Bi çalakiya xwe, bi sekna xwe, bi nêzikatiya xwe hişt ku her kes li vê qêrînê guhdar bike. Çalakiya heval Zîlan xwest li hember komploya li ser Rêbertî bibe bersiv. Di wê pêvajoyê de xwestin li hember Rêbertî êrîşeke bi teqemeniyan bikin. Rêbertî ne li wir bû. Çalakiya heval Zîlan jî li hemberî van helwestek bû. Mirov dema nêzikatiya Heval Zîlan ya ku dizane û dibîne bîne ser ziman bi rastî jî Heval Zîlan di jiyanê de jî têkoşer bû. Di çalakiya xwe de jî li wê têkoşeriyê geriya. Çalakiya wê jî li ser esasê wê têkoşînê bû ku çalakiyeke wisa mezin kir û zayîneke nû derxist holê. Nirxandinên Rêbertî jî li ser Heval Zîlan hene. Bi taybet jî wek ‘Zîlan manîfestoya me ya azadiyê ye, an jî xwedawendiya heval Zîlan…’ Fêmkirina Rêbertî rihekî dixwaze, xwestekekê dixwaze, hezkirineke bêhempa dixwaze, heqîqetekê dixwaze. Heval Zîlan  gihîşt vê heqîqetê. Rêbertî fêm kir, di wê pêvajoyê de Rêbertî fêm kir. Tiştê ku Rêbertî dixwest çi bû bi rastî jî fêm kir. Gihîşt wê heqîqetê û bi xwe jî bû heqîqeta jiyana me. Xwedawendiya Heval Zîlan jî, ti tiştek ku meriv li ser bêje nîne. Ji ber ku mirov dikare heqîqeta heval Zîlan wekî xwedawendekê pênase bike. Ji ber ku nêzikatiyên Heval Zîlan, çalakiya wê ya fedayî dihêle ku mirov behs bike. Belkî em pê re nejiyan, me jiyana wê nedît, lê ji ber ku jiyana wê ewqas mezin bû, dilê wê ewqas mezin bû tu bixwazî nexwazî heta niha tê behskirin. Bi taybetî li Dêrsimê, pir kesên ku bi heval Zîlan re mane dema ku behs dikin yan jî Heval Zîlan, nêzikatiyên Heval Zîlan tînin ser ziman mirov dibêje heqîqeta ku derketiye holê ji derveyî wê heqîqet nîne, ji derveyî Heval Zîlan heqîqet nîne. Mirov dikare pênaseya vê heqîqetê li heval Zîlan bike. Bi her tiştê xwe bi her nêzikatiya xwe ev heqîqet derxist holê. Bi taybetî jî ji ber ku Rêbertî fêm kir. Di vê mijarê de xwe  gihand vê eşqê. Piştî heval Zîlan bi sedan keçên Kurd tevlî bûn. Hemûya jî navê xwe kirin Zîlan. Hemûyan jî fikir û felsefeya heval Zîlan, nêzikatiyên heval Zîlan ji xwe re esas girtin. Û niha jî tu ji kê bipirsî dibêje dixwazim bibim wekî heval Zîlan. Heval Zîlan xwe gihand asteke ku mirov bibe şopdarê Heval Zîlan. Bi dehan keç, bi dehan kesê ku Heval Zîlan nas nedikirin û beşdar bûn û navê heval Zîlan li xwe kirin. Ew heqîqet parastin, di şopa heval Zîlan de meşiyan. Manîfestoya heval Zîlan ji xwe re esas girtin.  Em bi xwe jî demê em dibêjin heval Zîlan, mirov dixwaze weke jin kesayeta heval Zîlan di xwe de ava bike. Xeyalên heval Zîlan çi bûn, heval Zîlan dixwest çi bike mirov dixwaze pêk bîne, şopdarê heval Zîlan be. Em bi xwe jî dikarin bêjin xwîna heval Zîlan li erdê namîne. Xewn û xeyalên heval Zîlan çi bûn em wan pêk bînin. Nêzikatiyên me jî wê li ser vî esasî bin, em ê xeyalên heval Zîlan û hemû şehîdên Kurdistanê bi cîh bînin.