BI DÎMEN

Gerîlayên YJA Starê: Heval Sara sembola xeta jina azad e

Gerîlayên YJA Starê wiha gotin: “Îro bi hezaran Sara ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo Kurdistaneke azad li ser xeta azadiyê heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer dikin. Heval Sara her tim di dilê me da jiyan dike.”

Gerîlayên YJA Starê Berçem Gever û Gelavêj Saqiz di salvegera 11’emîn a şehadeta Sakîne Cansiz (Sara) de ew bi bîr anîn û têkildarî têkoşîn û sekna Apoyî ya şehîd Sara ji ANF’ê re axivîn.

Gerîla Berçem Gever wisa dest bi axaftina xwe kir: “Di serî de em heval Sara bi bîr tînin, em bejna xwe li ber ditewînin. Fermandara me ya pêşeng Heval Sara wek xeta jinê semboleke mezin e. Roja îro em li ser vê xetê bi îrade, bi hêz û bi baweriyekî pir mezin tevdigerin. Ji bona vê dema em heval Sara bi bîr tînin di serî de ji bo me hêz, moral, îrade û baweriyê îfade dike. Ji ber ku dema mirov sekna heval Sara meyze dike tevlîbuna wê di nav tevgerê de di pêşengtiya xeta azadiya jinê de tê dîtin. Tişta ku herî zêde tê bîra mirov yek îrade û bawerî ye. Îrade heval Sara taybet di şer û warê rexistînê de ji bo me mînak e.

Roja îro eger em gavên mezin diavêjin tekoşînekî mezin û berxwedaniyek raber dikin, ev bi saya mîrasê ku Heval Sara ji me re hiştiye. Ji ber ku fermandara me ya pêşeng heval Sara rêvebera tevgerê bû. Dihişt ku tevgera me li ser linga bisekine. Ji ber ku jinek bû ku hêz, îrade û bawerî dida derdora xwe. Heya kêliya şahadetê jî ji bo rexistinê xebatên pir girîng dida meşandin. Ji bo me heval Sara xwedawend e, fermandara me ya şer e, pêşenga me ye.

Heval Sara, Heval Rûken, Heval Arîn û bi dehan hevalên din bi awayekî fedaî bi ser dijmin de çûn û dijmin têk birin. Niha bi dehan Sara hene. Heval Sara sembola me ya berxwedaniyê ye, sembola îradeyê ye, sembola hêz û baweriyê ye. Heval Sara di asta fermandariya sekna wê ya leşkerî di asta bîrdoziyê xwe de di asta Rêbertî fam kirinê de ji bo me mînakek sereke ye. Em îro li pey şopa wê gavên pir mezin diavejin, ji bo vê jî dema em Heval Sara bi nav dikin hêz, cesaret û îrade tê bîra mirov. Ji bo vê carekî din salvegera şehadeta wê de em heval Sara bi bîr tînin û li hemberê wê bejna xwe ditewînin. Ji bo ku em bibin layiqê Heval Sara divê em bibin mîlîtanên Rêbertî.

Em kesayetên wek Heval Sara ji xwe re mînak digirin. Li gor vê jî li hemberê dijmin berxwedaniyek bê hempa bi gavên mezin diavêjin. Berxwedaniyên li Xakurkê, Zap, Avaşîn, Metîna û Garê tê meşandin li pey şopa Heval Sara tê meşandin. Ji bo me jî di nav vê berxwedaniyê de cih girtin û asta rol û mîsyonê ku dikeve li ser milê me weke xeta Heval Sara ji xwe re esas girtin bingehîn e.

Gerîla Gelavej Saqiz destpêkê heval SARA, Fîdan û Leyla bîr anî û wiha got: “Di salvegera her sê şehîdên nemir de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin, dema em tevlî tevgerê bûn me heval Sara nas kir. Em dema dibêjin heval Sara li ser xeta jina azad têkoşîn kirin û weke jina azad çawa jiyan bikin, çawa têkoşîn bikin ew tê bîra me. Heval Sara li hemberî hemû zor û zehmetiyan ti carî serî netewand. Her tim ji bo me nimûneyek e. Em jî hewl didin bibin şopdarê heval Sara. Dibe ku heval Sara şehîd bû lê îro bi hezaran Sara di sengeran de şer dikin, têkoşîn dikin û hewl didin ku tola hemû şehîdan rakin. Ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo Kurdistaneke azad li ser xeta azadiyê heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer dikin. Heval Sara her tim di dilê me da jiyan dike û em ê bidin jiyandin.”