Gerîlayên sekvan 4 dagirker ceza kirin

Di çalakiyên sekvaniyê de yên li herêma Zapê 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

Di 28'ê Îlonê de saet di 11:05 û 11:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

28'ê Îlonê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

28'ê Îlonê saet di 19:30 û 22:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çalakiyên sekvaniyê hate kirin, di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kirin.

28'ê Îlonê saet di 20:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

27'ê Îlonê saet di 08:00, 12:00, 12:30 û 14:30'î de li herêma Metînayê 4 caran bi droneyên bombebarkirî teqemenî li tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê êrîş hate kirin.

28'ê Îlonê saet di 15:20 û 16:40'î de li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 4 caran bi droneyên teqemenî barkirî bombe li tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate barandin. Hêzên me 3 caran dest li van droneyan werdan.

ÊrîŞên artêşa Tirk a dagirker;

28'ê Îlonê Qada Girê Hîwa ya herêma Qendîlê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin."