Gerîlayên jin ên Kurd ku derbê li artêşa Tirk dixin

‘ Şervaniya jinên Kurd careke dî gotina pêşiyan, ‘’şêr şêr e çi jin e çi mêr e’ bi bîra mirov tîne.’’

Zêdehiya çalakiyên artêşa jinê ya YJA Starê ya çalakiyên gerîla ya li çiyayên Kurdistanê, nîşan dide bê ka propagandaya qedandina gerîlayan a hikûmeta AKP’ê çendî xwe dispêre derewan. Me bi rengekî herî berbiçav li mintiqeya Barzanê dît bê ka leşkerên Tirk li pêşberî gerîlayên jin ên Kurd çendî neçar in.

Li dijî operasyon û êrîşên artêşa Tirk ên ku zêde bûne gerîlayên Kurdistanê jî gelek operasyon û çalakiyan dikin. Li dijî propagandaya rayedarên AKP’ê ku dibêjin gerîla diqedînin, gerîla bi çalakiyên xwe yên karîger derbên giran li artêşa Tirk dixin. Di nav hêzen HPG’ê yên giştî de di dema dawî de çalakiyên artêşa jinê ya YJA Starê ya bi ser Tevgera Azadiya Kurd ve bala mirov dikişînin ser xwe.

Li hemû devera ku gerîlayên jin lê ne çalakiyên li dijî artêşa Tirk me ji daxuyaniyên Navenda Ragihandinê ya HPG’ê û ji dîmenên Gerîlla TV’yê şopand.

Di çalakiyên dijî leşkerên Tirk ên ku li Girê Botî yê li mintiqeya Barzanê, çalakiyên ku gerîlayên jin bi hêza xwe pêk anîn, ji hêla hêza gerîla ya ku operasyon dayî rawestandin ve rengekî beloq bi xwe re anî. Hemû dinyayê dît ku di şertên asê û çêtîn ên çiyayên Zagrosê de ên gerîlayên jin ên Kurd dikarin çi bikin. Gerîlayên jin ên Kurd jî nîşan dan ku li dijî hemû êrîşên bi ser Kurdistanê de ew ê bi rengekî herî çalak bersivê bidin.

Helbet, dema ku Zagros tê gotin, beriya her tiştî araziya herî asê ya cografyaya Kurdistanê bi bîra mirov tê. Cografya bi geliyên xwe yên kûr û hendefên xwe yên dijwar ve kesê ku dibîne şaş dihêle. Dema ku mijar hinekî leşkerî be ev Zagros weke labîrentan in. Kesê kut êviyê, rê nizanibe winda dibe. Ji bo vê jî dema ku li Zagrosan hûn meşiyan divê hûn bizanibin bê ka hûn li kû ne. Mirov nizanbe bê ka kengî li kûderê gerîla derdikeve pêşberî mirov. Ji ber ku çiyayên ku ji bo gerîla hêlîn e, her gava rojê di bin kontrola gerîlayan de ye. Artêşa Tirk dikare biçe hin deveran, dikare bimîne jî lê nikare di nav de tevbigere. Leşkrên ku mane jî her carê ji gerîalyan derbê wê bixwe, qet ne diyar e.

Gerîlayên jin ên Kurd bûne parçeyek ji cogafyaya Zagrosê. Di vê cografyayê weke labîrantê de ku artêşa Tirk 27’ê Îlonê li Barzanê dabû destpêkirin, gerîla bi çalakiyan bersiv didin. Gerîlayên jin ku çalakiyên wiha karîger nîşan didin bi van çalakiyên xwe derbên giran li artêşa Tirk dixin. Artêşa Tirk a ku li dijî gerîla neçar mayî ji hêla moral û psîkolojiyê ve têk çûye.

Zivistan tê. Ti hêviya artêşa Tirk nemaye. Li gor wan zivistanî gerîla nikarin tevbigerin. Lê ev leşkerên AKP’ê yên xeşîm  nizanin ku ev ji 30 salî zêdetir e gerîla li vê cografyayê şer dike. Wek ku Erdogan ew bi gotina ‘gerîla di berfê de nikare şer bike’ xapandine û ew şandine meydana şer. Erdogan, li gor xwe ji bîra civakê ya bîrkor sûd werdigire û hesab dike ku mirovan operasyona 2008’an a di zivistanê de, di berf û baranê de ji bîr kirine. Dibe ku leşkeran ji bîr kiribe lê dinyayê dît ku leşkerên Tirk li bara gerîla çawa neçar ma û bêyî ku li pey xwe binere çawa reviya. Çiyayên Zagrosan ji bo Skenderê Makedonî bûbû dojeh. Niha jî ji bo artêşa Tirk a meşhûr bûye dojeh.

Gerîlayên YJA-Starê jî di her gava şer de, di her rewşê de şer dikin. Bêyî ku bibêjin berf e baran e bi çalakiya xwe di nav şer de nîşan didin bê ka vîna mirov çendî qeyîm e. Gerîla li gel ev qas şertên dijwar bi moralekî pir bilind têdikoşe. Medyaya şerê taybet a AKP’ê bi propagandayê her çendî rastiyan berovajî bikbe jî li Zagrosan rewş pir cuda ye. Weke jineke gerîla gotî, ne barê her kesî ye ku bikaribe hilma hişk a Zagrosê bikişîne ser kezebê û şer bike. Şervanên rastî li meydana şer diyar dibin.

Hemû dinya li Kobanê, li Şengalê, Kerkûkê û li her devera Rojava şervania jina Kurd dît. Bûne şahid ku li dijî barbarên DAIŞ’ê çawa têkoşiyan. Niha jî li çiyayên Kurdistanê dibe şahid. Di serî de li Zagrosan, gerîlayên jinên Kurd li Botanê, Serhedê, li Amed, Erzerom, Dersimê, li hemû çiyayên Kurdistanê ku lê bi cih bûne li dijî dagirkeriya Tirk bi rengekî herî karîger şer dikin. Şervaniya jinên Kurd careke dî gotina pêşiyan, ‘’şêr şêr e çi jin e çi mêr e’ bi bîra mirov tîne.