Gerîlayên jin 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Gerîlayên jin 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayên jin 64’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Herêmên Parastinê Medyayê ji aliyê gerîlayan ve li gelek cihan hîna jî tê pîrozkirin.

Di pîrozbahiya jinên gerîla de Endama Koordînasyona Koma Jinên Bilind KJB’ê Besê Hozat axivî û şehîdên Amara Mahsum Dag û Mustafa Karaolan ku di 4’ê Nîsana 2009’an de hatin qetilkirin û hemû şehîdên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.

Xozat diyar kir ku îro roja ji dayikbûna hemû jinan û wiha got: “Roja rojbûna Rêberê me, roja rojbûna azadiyê ye. Ji ber vê ev roj di heman demê roja rojbûna me jinane jî. Ev vejîn bi xwe re azdiya jinan, azadiya gelekî anî. Vejîna Rêberê me di heman demê de bû vejîna mirovahiyê.” 

Piştî axafina Hozat stranên  li ser birêz Ocalan ku hatine çêkirin hatin gotin. Piştî wê gerîlayên jin bîranînên xwe yên li gel birêz Ocalan parve kirin. Pastaya ku ji aliyê gerilayan ve hatibû amadekirin ji aliyê gerilaya herî ciwan ve hat jêkirin.