Gerîlaya YJA Starê: Em ê dijmin ji Avaşînê derxînin

Ji endamên tîmên bi tevger ên gerîla yên li Avaşînê Hebûn Kato destnîşan kir ku jin pêşengiyê ji berxwedana Avaşînê re dikin û got, "Em ê Avaşînê ji dijmin re nehêlin. Jin wê dawî li vê operasyona dagirkeriyê bîne."

Dewleta Tirk li bendê bû ku dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê berfireh bike, Avaşînê dorpêç bike û di nava vê dorpêçiyê de jî gerîla îmha bike. Lê belê pîlanên xwe bi ser neket, derbên giran xwar. Di encama çalakiyên bi bandor ên gerîla de neçar man ku eşyayên xwe li pey xwe bihêlin û birevin.

Ji meha Nîsanê dema destpêkirina êrişan û vir ve gerîlayên HPG û YJA Starê bi çekên giran, rêbaza sûîqestê û çalakiyên xwe berdana nava dijmin, bi ser hêzên dewleta Tirk a dagirker ve diçin.

Yek ji endamên tîmên gerîla yên li herêma Avaşînê gerîlaya YJA Starê Hebûn Kato ye.

Hebûn Kato anî ziman ku ew hewl didin dijmin ji xeta Avaşînê biavêjin û qala lehengiya jinan a di çalakiyan de kir.

Gerîla Hebûn Kato beriya biçe çalakiyekê li ser rê ji ANF'ê re wiha axivî:

"Demeke dirêj e li Avaşînê operasyon heye. Dijmin li gelek deveran bi cih bûye, lê sabît nîne. Em hewl didin dijmin ji xeta Avaşînê biavêjin.

Di asta herî bilind de gelek lehengî hate nîşandan, ked hate dayin, şehadet çêbûn. Em ê biçin tola van hevrêyên xwe hilînin. Em ê Avaşînê ji dijmin re nehêlin.

Bi rengekî dijî mirovahiyê çekên kîmyewî bi kar anîn û serî li her rê û rêbazê dan. Bi van rêbazan xwestin bikevin nava welatê me. Heta niha encam negirtine û em ê nehêlin ku ji niha û pê ve jî encamê werbigirin. Dem êdî dema me ye. Zivistan tê, em ê derbên giran li dagirkeran bixin û dagirkeran ji vî warî derxînin."

Hebûn Kato destnîşan kir ku di berxwedana li Avaşînê de divê bi taybetî qala şervanên jin bê kirin û got, "Di operasyona Avaşînê de lehengiya jinê careke din eşkere bû. Hevalên jin li gel zor û zehmetiyan jî bi rastî jî sekneke cuda nîşan dan. Di çavê hevalên jin de qet tirs nebû. Berevajî, bi wêrekiya xwe hêz dan hevalên li gel xwe û ew bi rê ve birin. Herî zêde jinan pêşengî ji vê berxwedanê re kirin. Di wê baweriyê de me ku yên dawî li vê operasyona dagirkeriyê bînin jî wê jin bin. Gerîlayên YJA Starê hemûyan rol û mîsyona xwe bi cih anîn. Em ê jî vê dewam bikin. Weke endameke YJA Starê dibêjim, em ê dijmin ji Avaşînê derxînin."