Dewleta Tirk dagirkeriyê giran dike, Bexda û Hewlêr lê temaşe dike

Dewleta Tirk a dagirker van rojên dawî hejmara leşkerên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêde dike. Bi sedan leşker û wesayitên zirxî hatin veguhestin. Bexda û Hewlêr bêdeng in.

Dewleta Tirk ku her roj bi rengekî bêqanûnî êrişan giran dike, Başûrê Kurdistanê û Iraqê weke qadeke xwe ya dagirkeriyê bi kar tîne.

Liv û tevgera leşkerî ya dewleta Tirk rojên dawî zêde bû. Di çarçoveya planên dagirkeriyê de, di 22’yê mehê de karwanek leşkerî ya dewleta Tirk derbazî sînorê Kanî Masî ya li bajarokê Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê bûn.

Heman sewqiyata leşkerî roja piştî wê yanî di şeva 23’ê mehê de jî dewam kir, di 23’ê mehê de derengiya şevê karwanek leşkerî ya Artêşa Tirk a dagirker ku ji çekên giran û wesayîtên zirxî pêkdihat, ber bi sînorê bajarokê Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve çû.

Herî dawî duh derengiya şevê jî konvoyek leşkerî ya Artêşa Tirk a dagirker, bi wesayîtên zirxî û çekên giran, ber bi sînorê bajarokê Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve çû.

Nayê zanîn ev leşker bi rêya bejahî di deriyê Îbrahîm Xelîl re, yan jî bi rêya balafirxaneya Hewlêrê derbazî Başûrê Kurdistanê dibin! Ji ber ku êdî li herêmek berfireh ya Başûrê Kurdistanê, di nav gund û bajaran de jî leşkerên Tirk tên dîtin. Lewma dagirkerî gihiştiye asta herî jor, bê guman ku ne ji PDK’ê be, leşkerên Tirk bi wan wesayîtên zirxî ve nikare derbasî xaka Başûrê Kurdistanê bibe.